Diyarname
Kameramanê Rûdawê yê li Germiyanê Mihemed Xelîl êvara 3’ê mehê dema bi hevalên xwe re futbol dilîst ji nişkê ve nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Mihemed Xelîl nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.
Li gor nûçeya Rûdawê kameramanê wan ê li devera Germiyanê ya ser bi Silêmaniyê ve Mihemed Xelîl canê xwe ji dest da.
Pismamê wî, Araz Mihemed gotiye, “Êvara Sêşemê Mihemed bi hevalên xwe re futbol lîstiye, piştî ku ji yarîgehê derketine ji nişke ve ketiye erdê û rakirine nexweşxaneyê, lê li wê derê canê xwe ji dest daye.”
Mihemed Xelîl ji sala 2018an ve di Tora Medyayî ya Rûdawê de wekî kameraman dixebitî, ew zewicî bû û du zarokên wî hene.


