Diyarname
Belgefîlmê derhêner Bulent Gunduz ê bi navê "Evdalê Zeynikê" ku li ser jiyana denbêj Evdalê Zeynikê hatiye kişandine di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Buddhîst Veska ya Srî Lankayê de Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.
Festîval îsal di navbera 18 û 22'yê pûşperê de li dar ket û ji 13 welatan gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefilîm û anîmasyon tevî bûn.
Di beşa belgefîlman de, belgefilîmê Gunduz xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.
Xelatên berhemên serkeftî ji aliyê Serokomarê Srî Lankayê ve hatin dayîn. Piştî merasîma xelatan, Serokomar Mahînda Rajapaksa xwarinek da ekîba belgefilîma Evdalê Zeynikê.
Rajapaksa, di xwarinê de axivî û diyar kir ku peyama aştiyê ya di belefîlmê de hatiye dayîn, li ser wî bandoreke mezin kiriye. Her wiha di festîvalê de, di beşa fîlmên kurt de jî fîlmê derhênerê kurd Awat Osman Alî yê bi navê "Semînera 6 Deqîqeyan" hêjayî xelatê hat dîtin.
Derhêner Bulent Gunduz bal kişand ser watedariya festîvalê û got: "Em bi belgefîlmê Evdalê Zeynikê yê jiyana xwe bi klam û xwezayê re derbas kiriye wekî qasidên dîyalogên çandê ya navnteweyî çûn festîvalê. Fîlm li cihekî dûr wekî Srî Lankayê eleqe dit. Ev yek gerdûnîbûna felsefeya Evdalê Zeynikê nîşan dide."