Diyarname
Li Tirkiyeyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) rê dide ber perwerdehî û perwerdekaran. MEB'ê li ser peywirdarkirina 15 hezar mamosteyên din daxuyanî da, ji bo hemû beşan mamoste veqetandine lê ji bo kurdî tu mamoste veneqetandine.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ji bo zimanê erebî 314, ji bo îngilîz 857, ji bo almanî 171, ji bo tirkî 698, ji bo fransizî 2, ji bo spanyolî 2 û ji bo îtalî, çînî, koreyî, farisî û rusî jî mamosteyek veqetandiye. Ew mamoste dê bêne peywirdarkirin. Lê MEB'ê ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qet mamoste peywirkar nekiriye. Herî dawî di gulana 2021'ê de 20 mamoste ji bo beşa "Ziman û zaravayên dijîn" veqetandibûn lê di nav van de jî tenê 3 mamoste ji bo kurdî bûn.
Li Tirkiyeyê ligel ku bi mîlyonan kurd jî hene, piştî tirkan hejmara herî bilind e jî helwesta dewletê ji bo kurdî bi vî rengî ye.