Diyarname
Di Nobeta Edaletê ya HDP'ê ku li Amedê daye dest pê kirin de îro nimêja înê ligel meleyan hat kirin.
Di nobeta ku tê xwestin Hevserok û mebûsên HDP'ê bêne berdan de îro roja 4'an e. Hevserokê HDP'ê Osman Baydemîr ji bo rojnamegeran axivî û got: "Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan te ji Demîrtaş re got 'Terorîst', wî got 'Belgeyê nîşan bide' 18 roj derbas bûn, te belge nîşan da? Tenê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bawer e Demîrtaş terorîst e. Her wiha Betalkirina mebûsiya Sariyildiz û Hezer bi her dem nehatina meclisê ve girê didin. Ger wisa be, ka hatina Davutoglu? Ew jî nayê."
Bi dengên AKP û MHP'ê di meclisê de rêzikname hate guhartin û êdî qedexeye li meclisê kes bibêje Kurdistan. Baydemîr li ser vê jî sekinî û got: "Emê ji kurdan re bibêjin kurd, ji Kurdistanê re bibêjin Kurdistan, emê ji Komkujiya Dêrsimê re bibêje Komkujiya Dêrsimê û vê helwesta xwe bidomînin. Emê serê netewînin."
Her wiha Rêxistina Amedê ya CHP'ê jî îro çû serdana Nobeta Edaletê.