Amed
Li Heskîfa Batmanê du gundên bi navê Bizinka û Xerbekûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi sedema "Ewlehiyê" hatin şewitandin.
Li gor nûçeya ANF'ê 25'ê mehê ev bûyer derketiye û heyetek ku ji Rêveberê ÎHD'ya Amedê Parêzer Serdar Çelebî, Serokê Goç-Derê Muzaffer Ozdemîr, Serokê Mazlum-Dera Amedê parêzer Selahattin Çoban û rêveberê komeleyê Mustafa Saruhan pêk dihat, tevî endamên ÎHD'ya Sêrtê çûn herêmê.
Nûçe radigihîne ku darên fistik, bihîv û gûzan ên gundiyan şewitîne, bi giştî 3 hezar donim erd şewitî ye.
Rêveberê ÎHD'ya Amedê Parêzer Serdar Çelebî daye zanîn ku piştî ji rayedaran jî agahiyê bigirin wê rapora xwe amade bikin û ev yek lê zêde kiriye: "Me gundên hatine şewitandin dîtin. Di Tirkiyeya 2010'an de li hemberî vê bûyerê em şoq bûn."



