Diyarname
Di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de maçên serdema 2024-2025'an roja 9'ê vê mehê dest pê dikir. Amedspor ku ew jî di vê lîgê de ye wê çend caran bê Stenbolê? Me ev da hev.
Piştî navenda Amedê herî zêde temaşevanên Amed Sporê li Stenbolê hene. Loma jî girîng e Amedspor çend hefteyan wê bê Stenbolê û ligel tîmên Stenbolê bilîze.
Amedspor di maça xwe ya yekemîn de li Stenbolê ye. 11'ê mehê ewê li Fatih Karagumrukê bilîze. Maç saet 19.15'an de tê lîstin. Amedspor di temamê lîgê de wê 5 maçên xwe li Stenbolê bilîze.
Bernameya din a Amedsporê ya li Stenbolê bi vî rengî ye:
- 11.08.2024: Fatih Karagumrukspor - Amedspor
- 26.01.2025: İstanbulspor-Amedspor
- 02.03.2025: Esenler Erokspor - Amedspor
- 09.03.2025: Pendikspor - Amedspor
- 27.04.2025: Umraniyespor - Amedspor
**
Vîdeoya vê meseleyê:


