Diyarname
Ji bo Cejna Zimanê Kurdî îsal gelek panel li dar ketin ku yek ji van jî bi sernavê "Di kovara Hawarê de ziman û netewesazî" bû. Mamosteya zimanê kurdî Ronayî Onen wekî axifger beşdar bû û li ser serdema berî Hawarê, Hawarê û rewşa ziman a di wê demê de sekinî.
Panel ji aliyê Weşanên Peywend ve hatibû organîzekirin û roja 18'ê mehê li salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê li dar ket. Yek ji edîtorên weşanxaneyê Doç. Dr. Serdar Şengul ku moderatoriya panelê kir, pêşî qala jiyan û xebata Ronayî Onen kir û dûre mafê axaftinê da wê.
Onen got, "Hin, her tiştî bi Hawarê didin dest pê kirin lê na, her tişt bi Hawarê dest pê nake, berî wê jî heye. Di destpêka sedsala 20'an de rewşenbîran li ser ziman xebitîne, hewldane zimanekî yekgirtî saz bikin" û pêre qala xebata rojnameya Kurdistan a Mîqdad Bedirxan, dîsa qala kovarên Kurd Tevavun û Terakkî, kovara Jîn jî kir ku wan her du kovaran nîqaş li ser alfabeya kurdî kirine ku kîjan alfabeyê bikar bînin a erebî yan latînî...
Ronayî mamosteya zimanê îngilîzî û kurdî ye. Wê ligel zimanzan Samî Tan pirtûka ji bo dersên kurdî "Hînker" amade kir. Par jî bi navê "Ziman û Netewesazî, Lêhûrbûnek li ser Kovara Hawarê" pirtûka wê ji Weşanên Peywendê derket. Onen ku li ser Hawar û zimanê wê xebatek girîng kiriye, beşek ji van agahiyan di çarçoveya panelê de ligel beşdaran belav kir.
Piştî îngilîzî li ser mufredata kurdî xebitî
Onen diyar kir ku wê berî kurdî bi mamostetiya îngilîzî dest bi kar kiriye û wisa dom kir: "Min dersa îngilîzî dida lê min qet nepirsî ez çi hîn dikim, ev ji ku tên ji ber ku mufredatek dane ber me. Ez qet nefikirîbûm ev rêzik ji ku tên, lê dema min dersa kurdî da ez fikirîm ev rêzim ji ku hatine? Kî ev biryar daye? Paşê min biryar da mufredata kurdî amade bikim. Min û mamoste Samî Tan me çêkir. Rexne hatin, digotin li gor devokê ye, ne wisa bû, lê min li ser vê xebat kir û ez fikirîm, min kir ku li ser lîteratura kurdî bixebitim."
Ziman wekî kolektîfa neteweyê
Piştî vê yekê Onen li ser Hawarê dixebite, berê xwe dide zimanê wê û dibêje: " Ez pêşî li ser zimanê serdest ên wekî almanî, îngilîzî xebitîm dûre vegeriyam ser lîteratura bindestan, lîteratura kurdî. Min dît ku ev yek min ber bi Hawarê ve dibe."
Ronayî Onen qala welatperweriya wê serdemê, qîmetdayîna ziman jî kir û got: "Welatperweran ziman qadeke berxwedanê û dijkolonyal, wekî nasnameyeke neteweyî nîşan dane. Ew ziman wekî bingeha neteweyeke kolektîf bi nav dikin û wekî qadeke girîng dibînin."
Onen balê kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û ev yek lê zêde ki:: "Kolonîger zimanê xwe li ser gelê bindestan ferz dikin loma berxwedana li hemberî serdestan bi ziman dest pê dike."
5 xalên bingehîn
Mamosteya ziman Onen diyar kir ku di Hawarê de 5 xalên sereke derketine pêş û ew wisa rêz kirin: "1-Ziman mercê bingehîn a neteweyek, 2- Avakirina ên dinan bi rêya ziman, 3- Ziman wek pirek di navbera îro û rabirdûya rewnaq de, 4- Yekîtiya neteqeyî bi rêya yekîtiya ziman, 5- Tevgira ziman a bi plan."
Li ser Celadet Ali Bedirxan ku xwestiye kîjan zarava bibe zimanê yekgirtî jî Onen dîtinên xwe wisa anî ziman: "Celadet Alî Bedirxan qet negotiye bila ji devok zimanê stardard derê. Nexwestiye kurmancî jî bike zimanê standard ji ber ku em dibînin bang li soranan jî kiriye ku binivîsin ku ew di kovarê de biweşîne. Jixwe hin nivîsên soranî jî hatine weşandin. Lê em dibînin wî kiriye ku ji bo kurmancî standardîzekirinek ava bike. Wî serê xwe bi kurmancî êşandiye, zaravayên din biçûk nedîtiye, ew xirab nîşan nedane."
Piştî axaftinê Onen pirtûkên xwe îmze kirin.
Nûçeyên Eleqedar:
- Kovar di mijarên ziman, tarîx, çand, hunerê de roleke tarîxî dilîzin
- Komeleya Lêkolînên Kurdî 'Cejna Zimanê Kurdî' pîroz kir
- Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî diyar dibin
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455, info@davetiyeonline.net