Diyarname
Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogaziçiyê (BUED) roja 17’ê gulanê, li Kampusa Bakur a Zanîngehê di çarçoveya çalakiyên “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” de paneleke bi navê ‘Di Edebiyata Kurdî de Kovargerî’ lidarxist. Axifgeran bal kişandin ser rola kovar û kovargeriyê di warê netewe û nasnameyê de û diyar kirin ku kovar di mijarên wekî ziman, tarîx, çand, huner û zanistê de roleke tarîxî û karîger dilîzin. Eleqeyeke baş ji bo panelê hebûn.
HAWAR Û RONAHÎ
Zana Farqînî di axaftina xwe de behsa du kovarên pêşeng ên kovargeriya kurdî: Hawar û Ronahîyê kir. Ji Zaremayê Fexrîya Adsay, Ji Wêje û Rexneyê Sînan Gultekîn, li ser navê kovara muzîkê ya kurdî Ziryabê Mevlut Oguz û li ser navê fanzîna fotografiyê Flashhilatê Omer Faruk Baran wekî axifger beşdarî panelê bûn.
Zana Farqînî di axaftina xwe de behsa du kovarên kurdî yên destpêkê Ronahî û Hawarê kir. Faqînî teqez kir ku ji bo kurdî, Hawar û Ronahî ji her alî ve girîng in û du çavkaniyên sereke ne. Farqînî wisa got: “Hawar, ji bo zimanê kurmanciya modern; ji aliyê gramer û rastnivîsîna kurdiyê ve, her wiha ji bo dîrok, wêje, werger, folklor û çandê ve çavkaniyeke girîng e, sereke ye. Hawar û Ronahî bi perspektîfeke nû hatine çapkirin. Ronahî, piştî Hawarê derdikeve û bi giranî li ser Şerê Cîhanê yê Duyemîn e, kovareke bi wêne ye û li hember nazîzm û faşîzmê piştgiriya hêzên hevalbend dike. Taybetmendiya Ronahiyê ew e ku ji aliyê rojnamegeriyê û termînolojiya rojnamgeriyê ve çavkaniyeke sereke ya referansê ye. Ronahî piştî demekê giraniya xwe dide ser zimên, folklor, ziman û wêjeyê jî.”
ZAREMA Û WÊJE Û REXNE
Fexrîya Adsay diyar kir ku dînamîzma xwendekarên Zanîngeha Artuklu û Bilgiyê û Komên Xwendinê Wêje û Rexne / Zarema derxistine wisa dom kir: “Ew kesên ku Wêje û Rexne û Zarema derxistin xwendekarên Artuklu û Bilgiyê û komên xwendinê bûn. Zarema berhem û encama Zanîngeha Artuklu û Bilgiyê ye. Faktoreke din a vê yekê jî heye ku, ew jî medyaya civakî bû. Piştî hejmara duyemîn em çar kes ji Wêje û Rexneyê veqetiyan û me Zarema derxist. Zarema piştî 13 hejmaran niha wekî blog weşana xwe didomîne.”
Sînan Gultekin jî da zanîn ku Wêje û Rexne, kovareke rexneyî û wêjeyî ye û amaje kir ku berî wan kovarên cur bi cur hebûn lê Wêje Rexne yekem kovara rexne û teorî û zanistê ye û ev yek lê zêde kir: “Kovarên wiha rengekî cidî didin zimên. Bi saya van kovaran ew aliyê dest nehatiye dayîn bi kurdî, ew bêhn jî ketine nava pratîka kurdî. Hinek dosyayên me ev in: Bêcihûwarbûn, Sînor û Wêje, Wêje Travma, Wêje û Sirgûnî, Salên nodî û Kurdên Kafkasyayê.”
ZIRYAB
Di panelê de edîtorê Ziryabê Mevlut Oguz jî pêşkêşiyek kir. Oguz diyar kir ku kovarên kurdî her ku diçe, bi rêk pêktir dibin û bi beşeke spesîfîk re eleqedar dibin û got: “Ziryab jî yek ji van kovaran e ku bi taybetî derbarê muzîkê de weşanê dike. Niha em hejmara nû amade dikinû albuma Bijareyên Ziryabê jî di rê de ye. Em dixwazin Ziryab bibe platformeke ku muzîsyenan bîne cem hev. Armanca me ew e ku Ziryab bibe qadeke nû ya xweîfadekirina nivîskî.”
FLASHHILAT
Omer Faruk Baran jî li ser fanzîna Flashhiltê axivî got Flashhilt taybet li ser fotorafiyê ye û li Rihayê derdikeve. Baran da zanîn ku ew ji bo nivîs û fotorafên Flashhilatê wekî prensîb telîf didin.
Panel bi pirs û bersivan bidawî hat.
Nûçeyên Eleqedar: