Stenbol
Li Stenbolê nijadperestan êrîşê nûçegîhanê DÎHA'yê Omer Çelik kir û ew bi giranê birîndar kir. Çelik rakirin nexweşxaneyê.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Omer Çelik ku di heman demê de li Zanîngeha Marmara Beşa Ragihandinê de xwendekar e êvarê li rawestgeha Hal Pazari ya Şîşliyê bi êrîşa nijadperestan re rû bi rû ma. Di dema ku Çelîk li benda otobusê bû komek nijadperestî êrîşê wî kir û eq bi giranî birîndar kir. Çelik rakirin Nexweşxaneya Şişli Etfalê û hate gotin ku gelek xwîn jê çûye.


