Diyarname
Bîanet (Bi tirkiya wê "Bagimsiz Îletîşîm Agi" yanê Tora Ragihandinê ya Serbixwe) jî di nav de dadgehê weşana gelek malperan qedexe kir.
Dadgeha Silh û Cezayan a Enqereyê, li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, roja 16'ê üîrmeha 2019'an biryara girtina 136 malper, hesabên wan ên Twitter, Facebook, Instagram, Youtube û Pînterestê daye.
Di nav malperên hatine qedexekirin de gelek malperên çepgirên tirk hene. Parêzera Bîanetê Merîç Eyuboglu li ser biryarê wisa gotiye: "“Berî niha bi biryarên dadweriyên cuda cuda re nûçeyên bianetê hatibûn astengkirin. Me li hemberî hemû biryaran serî li dadgehê dabû, paşê jî me biribû ber destê Dadgeha Destûrî. Di du serlêdanên me de Dadgeha Destûrî biryar girtibû ku biryarên sansurê azadiya çapemeniyê binpê dikin. Serlêdanên me yên din hîna li ber destê Dadgehê ye. Lê di biryarên berê yên astengkirinê de, nûçeya ku bûbû mijara serlêdanê (gilîkirinê) hatibû astengkirin. Niha dadwerê peywendîdar, biryar ne ji bo nûçeyê, ji bo tevahiya malperê daye. Her wiha hewce nedîtiye ku biryareke wiha mezin bispêre tu hincetekê."
Parêzer Eyuboglu biryar wekî "Biryar skandala hiqûqê ye" bi nav kiriye û gotiye ku ligel xwendevanên Bîanetê çi ji destê wan bê dê bikin.
Bîanet di sermaweza 2000'î de dest bi weşanê kir û zêdetir li ser azadî û mafê mirovan nûçeyê diweşandin. Malperê ev çend sal in ligel tirkî bi kurdî û îngilîzî jî weşan dikir.
Di nav malperên hatine qedexekirin de Etha, Halkin sesi, Ozgurgelecek, Osp, Geziyisavunuyoruz, Gazetefersunde, yenidemokratikgenclik, umutgazetesi, mucadelebirligi, antayasokak jî hene.