Diyarname
Ji çar parçeyan wêjevanên kurd li Brukselê di konferansekê de tên cem hev. Konferans ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê ve tê amadekirin.
Wêjevanên kurd dê di 18-19'ê mehê li Brukselê di konferanseke bi navê "Li Brukselê Wêjeya Kurd" de bêne cem hev. Ji çar parçeyan wêjevanên wekî Şahinê Bekirê Soreklî, Hêvî Berwarî, Hasan Kaya, Ferhad Pîrbal, Konê Reş, Îbrahim Salman, Helîm Yûsiv dê di konferansê de amade bin. Wêjevan roja 18'ê mehê pêşî dê bi Wezîrê Çandê yê Filaman Bert Anciaux re bên cem hev û dûre tevî vî wezîrî dê hevdîtineke bi Komîserê Çandê yê Ewropayê Jàn Figel re hevdîtineke pêk bînen û nameyeke pêşkêşî wî bikin.
Hema roja saet 10'an de dê çalakiya bi navê "Wêjeya kurd çi ye?" li ser wêjeya kurd nîqaşê bikin. Di vê beşê de di bin rêveberiya Erwin Jana de dêwêjevanên kurd Şahînê Bekirê Soreklî, Helîm Yûsiv, Konê Reş û Hêvî Berwarî li ser wêjeya kurd, çand û zimanê kurdî nîqaşeke pêk bînin, Îbrahîm Selman, Hasan Kaya û Ferhad Pîrbal jê dê berhemên xwe bidin nasîn û ji wan parçeyeke bixwînin,
Di 19'ê mehê saet 12'an de jî nivîskarên kurd dê li ser nameya ku dane Ewropayê, li ser pirsgirêka kurd û tiştên ji Ewropayê dixwazin axaftinê bikin. Di vê beşê de Îbrahîm Selman, Hasan Kaya, Ferhad Pîrbal dê li ser mijarê biaxivin û Şahînê Bekirê Soreklî, Konê Reş, Hêlim Yûsiv û Hêvî Berwarî jî dê berhemên xwe bidin nasîn û jê paragrafeke bixwînin.
Her wiha di her du şevan de jî dê hunermendên kurd Hekîm û Dilovan muzîka xwe pêşkêşî mêvanan bikin.
Ji bo kesên bixwazin beşdarî çalakiyê bibin:
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel
Tel. 00 32 02 230 89 30, Fax 00 32 02 231 00 97
kib@skynet.be - www.kurdishinstitute.be


