Diyarname
Li Spanyayê Real Madrîd îro li Malagayê lîst û bi golên Cristiano Ronaldo (dq 2) û Karim Benzema (dq 55) maç bi 2-0 bi dest xist. Bi vê yekê Real Madrîdê di hefteya dawî ya lîgê de pûanên xwe derxistin 93'yan û bû şampiyon. Madrîd piştî 5 salan yekem car dibe şampiyon.
Barselona ku li mala xwe li hemberî Eibar bi 2-0 li paş ket lê di dawiyê de maç bi 4-2 bi dest xist û pûanên xwe derxist 90'î. Barselona wekî duyemîn lîg temam kir.
Teknîk Dîrektorê Real Madrîdê Zinedine Zidane di teknîk dîrektoriya xwe de yekem car dibe şampiyon, Real Madrîd jî bi vê yekê bû 33 caran dibe şampiyon.
Real Madrîd di Lîga Şampiyonan de jî rêya xwe didomîne. Ew hatiye fînalê û di 3'yê meha pêşiya me de di fînalê de wê ligel Juventusê bilîze. Maç li Cardiffa Gallerê tê lîstin.
Di La Lîga de herî zêde Real Madrîd bûye şampiyon. Madrîd herî dawî di sala 2011-2012'yan de bûbû şampiyon. Tîmê îsal di hemû lîgê de 106 gol avêt û 41 gol xwarin. Real Madrîd di 29 maçan de bi ser ket, 6 maçan de wekhev ma û di 3 maçan de jî têk çû.
Di La Lîga de îsal herî zêde Barselonayê gol avêtin: 115 gol, herî hindik Atletico Madrîdê gol xwarin: 27 gol. Îsal herî zêde Lionel Messi gol avêtin: 37 gol.