Diyarname
Grup Yorum di konsera xwe ya xa li Harbiyeyê de stranên xwe pêşkêşî 6 hezar kesî kir.
Yek ji komên muxalîf ên Tirkiyeyê Grup Yorum ji sala 2001'ê ve bi awayekî kevneşopî li Harbiyeyê konseran pêşkêş dike, dîsa li ser dikê bû. Konsera ku bi diruşma "Dengê strana nayê birîn, govend berdewam in" li dar ket. Komê bi gotina "Werin em stranên xwe ji bo biratiya gelan bistrên" û bi tirkî, kurdî, erebî, yewnanî, spanyolî stranên xwe pêşkêşî temaşevanan kir.
Di konsera ku diruşmên wekî "Dewleta qatil dê hesabê bide", "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne", "Bijî şoreş bijî Sosyalîzm", "Bijî biratiya gelan" hatin qîran din de nameya girtiyeke nexweş Guler Zere ku ji girtîgehê şandibû hate xwendin.
Komê wekî her gav helwesta xwe ya dij Amerîkayê nîşan da û strana ku bi navê "Bicehime Amerîka" çêkiribûn xwendin.
Konsera ku zêdetir stranên di şêweya sirûdan de hatin xwendin, stranên wekî “Karadir kaşlarin ferman yazdirir”, “Ozgurluk tutkusu”, “Nenni”, “Potpori (bi kurdî)”, “Sen olacagiz”, “Çav bella” xwendin û koma folklorê jî govend gerand.
Foto: Cemil Oguz