STENBOL
Piştî boykota mudafiyan 41 jê parêzer 43 kesên ku sewqî 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hate kirin hatin darizandin. 8 jê parêzer 9 kes hatin berdan, Rojnameger Cengîz Kapmaz û 34 kes hatin girtin.
Piştî ku 41 parêzerên Ocalan sewqî 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hatin kirin 100 parêzerên ku xwestin parastinê bikin dadgeh boykot kirin, dadgehê bê parêzer berdewam kir.
Dadgehê 8 jê parêzer 9 kes berda û rojnamger Cengîz Kapmaz jî di nav de der barê 34 kesan de jî biryara girtinê da.


