Amed
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak dest pê kiriye dersa kurdî (kurmancî) digire.
Li ser mijarê NTV nûçeyek taybet amade kiriye. Li gor nûçeyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji bo hînbûna kurmancî dersa taybet digire. Kişanak dibêje, di nav jiyana rojane de pirsî hal û hewala mirovan, tiştên sereke min jixwe dizanî lê ji bo hinek din pêş bixim min dest bi wergirtina dersê kir.
Hevşaredar Kişanak her roj saetek li odeya xwe ya şaredarî dersa taybet digire û dema karê wê pir be jî notên xwe yên kurmancî digere cem xwe û dixebite.
Ji xebatkarên şaredariyê sedî 98 bi kurdî dizanin.
Wekî notek: Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ne. Anli baş bi kurdî dizane.


