• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir!

Dîrok : 28 02 2019 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Mîna civakeke xwezayî Kurd di teþbîhan de lawir yanî heywanan gelekî bi hostayî bi kar tînin. Hem ji bo pesindayinê hem jî ji bo piçûkxistinê þibandina mirovan a heywanan rêbazeke bi bandor e. Ji ber ku lawir jî xwedî taybetmendî û fitrat in. Karakter, taybetmendî û kesayeta tevlîhev-gelcoyî ya mirovan bi fitrat û taybetmendiya zelal a lawiran dikare zelaltir were nîþandan, kifþkirin.

Ji bo pesindayina mirov biwêjên bi lawiran têne rawekirin bi çend mînakan dikarin wiha werin rêz kirin: “Berxê nêr ji boyî kêr”, “Kewê baþ ji hêka xwe ve baþ e”, “Hespê çê be, bê nal be”, “Kewê ribat”, “Beranê çar gurçik” , “Teyrê Baz”.

Her wiha bedewî û lehengiya jinê jî bi biwêjên, “meþ ordek”, “kevok”, “Kihêl (mehîna kihêl)”, “çav xezal” û hwd. tê ravekirin.

Biwêjên ji bo piçûkxistina jinê jî hene. Mînak ji bo bêesliya jinê, an lawaziya karakterê wê nîþan bidin gotinên, “bergîl”, “dêl”, “mehû” û whd. hene.   

Her wiha ji bo piçûkxistinê jî þibandina hin cure lawiran rêbazeke hesan û bibandor e. Ji bo mirovên ku tirsiyabin û nikaribin ji bandora wê tirsê derkevin, þibandina “Miha ku gur di ser re qevistiye” têkirin.

Ji bo rewþa kesên ji tirsan bêhelwêst in dema derfetê dibînin dikarin çawa ji rê derkevin, bi “Pisîk ne li mal e miþk Evdirrehman e” tê gotin. Nêzî vê muhtewayê biwêjeke din jî “Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir” e.

“Simbêl bi pisîkan ve ji hene”, “Ji serê çûkan qelî çênabe”, “Çêliyê maran bê jehr nabin”, “Marê di tûr de”, “Gur dikujin qijik dixun”, “Kûçik ji kê bitirse bi wî alî direyê”, “Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike”, “Seyê dû þivanan” dikarin li van mînakan bêne zêdekirin.

Her wiha navlêkirinên mîna, “dupiþk”, “marê reþ”, “hirç”, “rovî”, “tajî”, “çeqel”, “se”, “gornebaþ”, “ker”, “keftar”, “beraz” û hwd. jî tevî ku dijûn in lê ji ber ku her yek karakterekî rave dike, dikarin mîna biwêjan jî werin katagorize kirin, yan jî qet nebe d nava teþbîhan de xwedî cihekî taybet bin.

Biwêjên ku mîna teþbîhên ji lawiran hatine sazkirin ên hin rewþên taybet jî rave dikin, bi çend mînakan dikarin wiha werin rêz kirin:

Çavê beqê: Ji bo asta sosret a tercîha çewt a mirovan nîþan bide tê gotin. Temamê wê jî wiha ye; “Dibêjin kesek hebû dil ketibû çavê beqê” ye.

Þîrê þêr, di eyarê þêr de: Bi taybetî ji bo sofreya dewlemend a bêqisûr tê gotin.

Kero Nemire: Ji bo rewþa aloz a bêhêvî tê bikaranîn. Dirêjahiya wê, “kero ne mire bihar tê, pîrê nemire pincar tên” e.

Li kerê mirî digere ku nala jêke: Ji bo kesên bê ked, xwedî fen tê gotin.

Reva pisîkê heya kadînê: Tê xwestin were gotin ku derew heta cihekî didome û reva ji rastiyê tine ye. Biwêja, “ji rovî fenektir tine, li sûkê ji eyarê wi pirtir tine” xwedî heman wateyê ye.

Xeta xwar ji gayê pîr e: Xweziya bi ciwaniyê îfade dike. Mebest ew e ku bibêjin kalbûn, bêhêzî û kêmasiyan bi xwe re tîne.

Dema ga ket, kêr zehf in: Dostê ketiyan tinene, her wiha dema mirov ket yên pêl mirov bikin pirr in.

Kewî min qijikî te: Bi taybetî ji bo heval û þirîkê hîlebaz tê gotin.

Qedrê gulê çi zane; kelbeþ divê kerê reþ: Bi helbesta Seydayê Cegerxwîn navdar bûye. Herkes li gorî asta xwe wateyê didê jiyanê.

Þahidê rovî terya wî ye: Ji bo mirovên derewîn tê bikaranîn.

Dibêm nêr e, tu dibêjî bidoþe: Rewþeke ku tu rê û çareserî jêre tine ne rave dike. Her wiha ji bo yên rastiyê nabînin û aqil didin bersivek e yê bêçare ye.

Yê çû masiyan, qûna wî þil dibe: Tiþtekî bê bedel tine ye. Di heman wateyê de biwêjên, “Mirîþka bigere wê lingê wê bi zelq be”, “Ê dizya hingiv bike wê mêþ pêvedin” hene.

Bi gur re goþt dixwe, bi xwedî re dihizine: Ravekirin yan nîþandana rastiya mirovên xayin e. “Dinya li dinyê; çavê gur li mihê” jî mayindebûna  xiyanet an dijminahiyê vedibêje. Lewra mîna panzehîra vê rewþê biwêja þîretê jî heye: “Dijminê te gêrikek be jî disa hesabê xwe bike.”

Behr bi devê kûçikan heram nabe: Teseliyek an tesbîtek e ku mirovên mezin û xwedî erdem bi derew, bêbextî an xirabnîþandana kesên asta wan nizm ji meznahiya wan tiþtek kêm nabe.

Kerê mirî ji gur natirse: Mirovê tiþtekî wî yê wenda bike tine be êdî natirse.

Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkira: Mirovên ku tehlûkeyan didin ber çavên xwe hesabê xwe jî kirine.

27.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroþ

Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroþ

04 08 2022

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok...

28 07 2022

Dîroka bêlêkolîn

Dîroka bêlêkolîn

21 07 2022

Kovara Zarema jî xatir ji xwendevanên xwe xwest

Kovara Zarema jî xatir ji xwendevanên...

06 07 2022

Ev jî hene

Dokumentera Dr. Þivan û roja me

Dokumentera Dr. Þivan û roja me

13 12 2013

Þûngeha rexneyê

Þûngeha rexneyê

06 04 2019

Ji berhemeke dîrokî çend gotinên pêþiyan

Ji berhemeke dîrokî çend gotinên pêþiyan

02 04 2015

Sêkuçeya bi alozî

Sêkuçeya bi alozî

15 02 2016

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

16 06 2022

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname