Diyarname
Ji bo 100 saliya rojbûna rewşenbîr, çîroknivîskarê kurd Nûredîn Zaza îro li Stockholmê li Kitêbxaneya kurdî çalakiyek hat lidar xistin. Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Samî Namî, Firat Cewerî, Mahmûd Lewendî û Salih Înce li ser Zaza axivîn. Omer Şêxmûs ku ev çalakî bi rê ve biribû gotarek li ser Zaza amade kiribû û ew pêşkêş kir.
Ji beşdaran Mahmûd Lewendî diyar kir ku di demek nêz de nameyên Zaza ku ji dost û hevalên xwe, ji lawê xwe re şandine dê wekî pirtûk bê çapkirin.
Xanima Nûredîn Zaza Gilberte Favra Zaza ji Swîsreyê bi ser skype re beşdarî çalakiyê bû û qala wî kir.
Konê Reş jî ji Qamişloyê bi ser skype re beşdarî çalakiyê bû, qala Zaza kir û paşê jî diyar kir ku wê li ser 100 saliya Zaza pirtûkek amade kiriye û pirtûk niha ji aliyê Weşanên Sîtavê ve tê weşandin.
**
Nûçeay Eleqedar:
- Çalakiyek ji bo 100 saliya Nûredîn Zaza