Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê li dar dikeve
Diyarname
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê Þanoya Mencel ve tê organîzekirin 21'ê mehê dest pê dike û dê sê rojan bidome.
ROJA YEKEM
Mîhrîcan 21'ê mehê li baxçeyê HDP'ya Wanê bi vekirina pêþangeha wêneyan û gerandina govendê dê dest pê bike. Di çarçoveya bernameyê de êvarê jî ji Jin MA'yê Nuray Balik li Salona Civînê ya Baroya Wanê konsereke pêþkêþ bike.
ROJA DUYEM
Bernameya roja duyemîn saet 11'an de li Trawertenên Elbakê bi "Dîwana Enstrumental" dê destpê bike. Heman rojê saet 16'an de li bexçeyê avahiya HDP'ê bi beþdariya dengbêj Xalide, Muqades, Meryem û Perîxanê dê "Dîwana Dengbêjan" li dar bikeve. Bernameya vê rojê bi nîþandayîna fîlmê "Strana Dayika Min" (Derhêner Erol Mintaþ) dê bi dawî bibe. Fîlm saet 19'an de li Bexçeyê HDP'ê ya Bajar bê nîþandayîn.
ROJA SÊYEM
Di roja dawî ya mîhrîcanê, saet 13'yan de wê atolyeya dramayê li dar bikeve. Atolyeya yekem saet di navbera 13.00-15.00, ya duyemîn jî di navbera 15.00-17.00'an de li dar bikeve. Ev atolye dê li Taxa Yali Kuçeya 1.Dîlara Riya Armûþê li dar bikeve.
Êvarê saet 19'an de bi konsera Koma Aryen dê bername temam bibe. Konser li Otela Ûrartûyê ye.