Janda Serfiraz
Di nîvê şevê de pê piste pista dengekî ji xew rabûm. Bi çavên xilmaş derdorê xwe nêrî ku xwediyê vî dengî bibînim. Şevereş e, hîvron xwe li nav singa şevê de veşartiye. Tariye, tiştek nabînim. Gelo ev deng ji ku tê? Qey ez dîn bûme ku ev dengên nediyar dibihîzim. Dû sê caran min çavên xwe li ser hev qirpand û car din çavên xwe li derdorê gerand. Ji nişkê ve çavên min li ser du reşahiyên koşekî odê de rûniştî ket. Çavên min li ser wan zîqmayî ma. Deng ji wan dihat. Di wê quncikê tarî de bi hev re xeber didan. Pêşî ez hêrs bûm, min got: “Ma cihek din tune hûn tên li ser serê min diaxivin û min xewtehlî dikin.” Paşê xeberdana wan (a rastî şerê wan, şer dikirin) bala min kêşand. Min xwe li nav cihê xwe de kerr kir û her wekî wan nehaseme û wan nedîtî dest bi guhdariya wan kir. Ez nizanim çi kes bûn lê mijara xeberdana wan gelek balkêş bû. Carînan dengek bi hêrs û bilind, carna jî dengek lerzok û dilşewat dihate guhê min. Bi qasî min seh kir xeberdana di navbera wan de bi vî awayê bû:
“… hebûna te min aciz dike. Westiyam êdî. Te hevsarê evîniyê xistiye serê min, alî alî digerînî. Çi bû, tû çawa ketî rewşek bi vî awayê hîç nizanim. Ka serhişkiya te ya berê, ka ew dilsarî. Te min kiriye hêsîrê xwe, keyatiya min serobînî kiriye û ez niha di nav kavilên qesra xwe de doza jiyînê didim. Ey dil şiyar be, ka bêje min kîjan evîn bextewar bûye. Rûyê te yê bi kenî û biharî de niha hezn û janê kon vedaye. Rûyê te yê biharî kincên payîzî li xwe kirine, kêfxweşî û şadiyê yek û yek wekî pêlên payîzê diweşin î. Tu nebî yê digot – jiyana min ne wekî şano ye. Ew belgefîlmekî ye û derhênerê wî jî senaryonivîsê wî jî ez im. Ev belgefîlmê min e, kesek nikare bikeve nav-. Niha çima ew qas gotinên ecêb dibêjî. Ka li vê gotina xwe binêre: Wêneyê te li ser rojê dineqişînim, roj rengê te dide, ji agirê dilê pif dikim rojê, cihan tev da pê ronî û germ dibe. Peh peh! Tu dibê ka helbestvan e! Bes xem xwarina te û xem dayîna te. Min bêriya rewşa te ya kevirî kir, min bêriya hişkaya te kir. Dê vegere.
Berê ez bûm serdestê kesaniyê. Ma gunehê te li wî jî nayê ku te ew xistiye rewşek wiha. Ew kesaniya çiyayî, şanaz û serfiraz niha mişextê, warên nediyar bûye. Ditirsim ku penaberiya gemarekî qebûl bike. Ey dil ka bêje min çima ew qas kor û diwane bûyî. Ez fêdî dikim ji te. Willeh hebûna te derd e. Ez kevokek bûm di nav guncavtî û azadiyê de difiriyama. Te çima per û baskên min şikandin. Besss ey dil, bes! Qelam ji derdê bindestiyê. An tu vegere dilê berê yan jî min azad bike.”
Ez matmayî mabûm ji ber van gotinan. Xwedêyo! Ev çi rewş bû hatibû serê vî rebenî. Piştî bêdengiyeke kurt a din, bi dengek lerzok û kelegirî dest bi xeberdanê kir.
“Çi bêjim ey hiş. Nizanim ji min çi dixwazî. Te devê xwe wekî top û bombeyên romiyan vekiriye bi gotinên sîtemkar giyanê min didî ber guleyan. Çiraya hebûna min bi bi jana evînê hatiye hilkirin. Fetîla wê jî giyana min bixwe ye. Du çav wekî du bizotên agir ketine ser canê min, ji bilî axînek deng ji min dernayê.. Dişewitim bi şev bi roj. Tu dilsarî û serhişkiya min a berê dixwazî. Lê ey hiş, ma çi zû ji bîra te çû ku te min dilkeviriyê sûcdar dikir. Ma çi zû j bîra te çû ku te serî ber serhişkiya min hilda. Jixwe karê te serhildan e ne ev rewşa min ne ji kasanî ber guhê te ye. Ka bêje min ey hiş! Ew kesa ku şewitî dikare bibe wekî berê. Na ey hiş na, tuyê her dem bi wê şewatê bijî. Divê te jana dilê min par ve bikira, tasek ava cemidî bireşanda agirê nava dilê min lê tu çi dikî ey hiş; ji bilî mezintirkirina derdê min. Tu dibê ditirsim ku kesanî penaberiya kesekî gemar bipejirîne. Netirse ey hiş kesanî û agirê dilê min bûne yek. Hem ji te gemartir kî heye ku paqijiya min nabine. Tu dibêjî ku te çima kincên payîzê li xwe kirine. Ma tu nizanî ku payîz bi barana xwe ve tê. Bi barana xwe paqijî belav dike. Li ser hemû qirêjahiyan digire. Hem netirse ey hiş! Pişt payîzê zivistan tê. Bizane ku zivistan mirin e û ez jî bendewarê wî me. Çavên min li wî ye ku ew bê xwe bavêjme hembêza wî. Bila bi serma xwe de min bihewine. Heta hetayê. Bila min bigihîne canê cananan. Ne tirse ey hiş. Zivistan nêzîk e û tu azad î. Oxir be ji te re.”
Ev çi birîndarî bû. Çi hestên hêzdar bû. Bandora van gotinan çiqas zehf bû li ser min diçim û dihatim, min car din di hişê xwe de dihûnand gotinên wan. Gelo kîjan ji wan mafdar bû. Kîjanê rast digot. Çima nafilitim ji bandora wan gotinan. Di her bîranîna wan gotinan ber bi zeryayê ramanî ve diçim…
25/ 04 /2010
***
Nivîsa Janda Serfîraz a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:


