Diyarname
Erebeya nûçegîhanên Rûdawê yên li Amedê li ser riya Batman û Sêrtê qeza kir. Nûçegîhan Maşallah Dekak, kameraman Şakir Uygur û ajokarê erebeyê Cîhan Demirkirin di qezayê de birîndar bûn. Ew pêşî rakirin nexweşxaneya Hezoyê û paşê ew birin Batmanê. Li gor agahiyan rewşa Dekak û Uygur baş e, lê rewşa ajokar Demirkiran xirabtir e. Her sê li Batmanê li nexweşxaneyê ne.
Em wekî Diyarname hêvî dikir ew di kurtedemê de baş bibin û vegerin ser karên xwe.
(Foto ji Rûdawê hatiye girtin)