Amed
Şaredariya Sûra Amedê di çarçoveya xebata "Xizmeta Şaredariyê ya Pirzimanî" de dersa kurdî dide xebatkarên xwe. Niha 30 personelên şaredariyê beşdarî dersên bi kurdî dibin ku ders ji aliyê Kurdî-Derê ve tê dayîn.
Şaredariya Sûra Amedê di çarçoveya "Xizmeta Şaredariyê ya Pirzimanî" de vê carê dersa bi kurdî dide xebatkarên xwe. 30 xebatkarên şaredariyê ku beşdarî dersê dibin di beşên têkilyên bi gel re, zabita, beşa paqijiyê, sekreter, weznedarî de dixebitin.
Qursa ku îro li meclisa şaredariyê dest pê kir dê 3 meha bidome.
Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş da zanîn ku ev qurs berdewamiya xebata wan a "Xizmeta Şaredariyê ya Pirzimanî" ye ku di dema berê de ji ber vê yekê ew ji kar hatibû girtin.


