CIZÎR
Nûnerên sazî û dezgehên li ser zimanê kurdî xebatê dikin li Parka Birca Belek a li Cizîra Şirnexê hatin ba hev û deklerasyoneke belav kirin.
Nûnerên saziyên ziman, rêveberên, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Pankarta li ser "Em kurd in zimanê me kurdî ye, em ê kurdî bijîn" nivîsandibûn vekirin û dovîzên, "Zimanê me hebûna me ye", "Zimanê me rûmeta me ye" bilind kirin.
Girseyê li ber deriyê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek heta cihê daxuyaniyê bi berzkirina diruşmeya, "Zimanê me hebûna me ye" meşiya. Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ve hat xwendin.
Va ne xalên deklerasyonê ne:
* Em ê têkoşîn û xebatên hişmendiya zimanê kurdî bi gelek rê û rêbazên dewlemend û afirîner li her cihekî ku kurd lê dijîn belav bikin; ji bo vê civîn, panel, semîner, form, atolye, şahî, mîhrîcan, sempozyûm, komxebat û konferansên xwecihî, herêmî û giştî, daxuyaniyên girseyî yên çapemeniyê, meş, mîtîng û gelek bernameyên din ên demokratîk ên derbarê zimanê kurdî de li dar bixin.
TÊKOŞÎNA GIŞTÎ JI BO ZIMAN
* Em ê li dijî her cureyê pişaftinê; ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê bazarê, siyasetê, zimanê saziyên kurd û zimanê her qada jiyanê têkoşîn û xebatên xweser û giştî bimeşînin.
BELAVKIRINA SEDHEZARAN BELAVOKAN
* Em ê bi rêya bi sed hezaran belavok, pankart, dowîz û bîlbordên bi kurdî hişmendiya zimanê kurdî, di nava siyasetmedar, nivîskar, hunermend, sazî, karsaz, pîşesaz, karmend, karker, hemû derdorên din ên kurd de û gelê kurd de belav bikin.
* Em ê li park, meydan, tax û gundan şahî û bernameyên axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî, helbestxwendin, strangotin û govendgerandina bi cil û bergên kurdî li dar bixin.
HER MALEK BIBE DIBISTANA XWEZAYÎ
* Em ê bi armanca ku her maleke kurdan bibe dibistaneke kurdî ya xwezayî, li her mezra, gund, kolan û taxan hevdîtinên rû bi rû bikin, civînan li dar bixin û dîwan, kom û civatên zimanê kurdî pêk bînin, li bajarok, navçe û bajaran komele û saziyên zimanê kurdî ava bikin.
* Em ê li her derê ji bo zarok, jin, ciwan û hemû beşên civakê atolyeyên hişmendî û hînkirina zimanê kurdî li dar bixin.
TÊKOŞÎNA LI QADA DÎJÎTAL
* Em ê li ser qada dijîtal têkoşîn û xebatên şênber û domdar ên xweser û girseyî yên derbarê zimanê kurdî de bimeşînin.
* Em ê di gelek mijaran de kurtevideoyên li ser zimanê kurdî saz bikin û li ser qada dijîtal belav bikin, zimanê kurdî her dem bixin rojevê.
* Em ê ji bo pêkhatina daxwazên gelê kurd ên perwerdehiya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî û statuzebûna zimanê kurdî bi xebatên cur bi cur têkoşîneke civakî ya demokratik bimeşînin.
TÊKILIYA LIGEL PARTÎ Û SAZIYÊN DIN
* Ji bo ku hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên kurd, welatparêz, şoreşger, demokratîk û civakparêz strateji, polîtîka, plansazî û karnameyên xwe yên navxweyî û civakî yên derbarê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de bi awayekî zelal ji raya giştî re deklere bikin, ji bo kar û xebatên zimanê kurdî, xebatkar û budçeyê veqetînin em ê di nava hewldanên şênber, domdar û encamgir de bin, bi wan re di nava têkilî û hevkariyê de bin, bi hev re gelek kar û xebatên kurdî bimeşînin.
PARASTIN Û PÊŞVEBIRINA ZIMAN
* Ji bo ku li dijî hemû zext, dorpêçkirin, tecrîd, êriş, qedexe û kiryarên pişavker ên li ser zimanê kurdî ji holê bên rakirin, em ê bi rengekî demokratîk li ser bingeha nirxên mirovahiyê û zagonên navneteweyî li her qadê têkoşîna xwe ya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilind bikin; bi rê û rêbazên dîplomasiya navxweyî û navneteweyî têkoşîn û xebatên zimanê kurdî li her derê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropayê û cîhanê belav bikin, gur û geş bikin.


