Diyarname
Di çarçoveya çalakiyên 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî de, bi hevkariya Komeleya Lêkolînên Kurdî, OHD, HDK, NÇM û Ma Musîcê li DGD-KON'ê paneleke li dar ket. Panela ku moderatoriya wê Asli Gulseren kir, zimanzan Samî Tan, parêzer Ekrem Koçbaşi û muzîkar Umut Gunduz her yek bi aliyê xwe ve li ser meseleyê sekinin. Tan û Koçbaşi bi kurmancî, Gunduz bi kirmanckî axivî.
Va ne hin gotinên panelîstan ên derketine pêş:
Samî Tan: PEYMANA KURDÎTIYÊ LAZIM E
- Li dinyayê mafên ku nayên dewrkikrin hene, wekî mafê hebûnê, mafê jiyana azad; mafê ziman jî wisa ye. Ev yek hê bi têra xwe nehatiye fêmkirin, li gor vê tevnegeriyane.
- Xebatên zimên tenê li ser milê çend saziyan û kesan maye. Ev sazî dikarin pêşengiyê bikin lê bi çend saziyan mesele çênabe.
- Mesele meseleya siyasî ye, meseleya statuyê ye. Bi vî awayî divê bikeve nava Makezagonê. Ji bo vê têkoşîneke domdirêj lazim e.
- Li nav me divê politikaya ziman hebe; di jiyana xwe de em çi jêre vediqetînin? Ger em ne xwedî plansazî bin, em ne xwedî politikaya ziman bin em nikarin bi ser bikevin.
- Dewlet çawa plansaziya ziman dikin? Mesela Komara Tirkiyeyê destpêkê çawa kiriye? Wan tirkî bilind kiriye û zimanên din tepeser kirine. Paşê TDK (Saziya Zimanê Tirkî) ava kirine. 'Turkluk Sozleşmesi' (Peymana Tirkîtî) çêkirine. Ji bo me jî "Peymana Kurdîtiyê" lazim e. Ev yek dikare helwesta siyasetê jî, ya dewletê jî heta astek biguherîne.
- Gere em rêxistinên xwe xurt bikin. Di dema êrîşên li ser Rojava de jî me dît, dema em yekîtiya xwe xurt bikin em dikarin bandorê li dewletan bikin. Di warê ziman de jî here ev "Peymana Yekîtiyê" hebe. Li ser vê gere em bixebitin.
- Mesala çima TV'ye me wekî 'EBA'yê tune ye? Em çima zanîngehên online ava nakin?
Umut Gunduz: MI QEY DOMANAN VÎDEY KERDÎ HEDRE
- Gere tenî enî rocî de ziwan nêro vîrê ma, her game vîrê ma de bo.
- Ziwan mekteb de çini yo, domanî qisey nêkenê, loma zî ver bi vinîbiyayişî şino.
- Ez qeybî domanan dêran virazena. Enka zazakî tenî bi sanat serê lingan de vindeno. Sanat çinêbo ziwan beno vinî.
- Min qeybî domanan dêrî viraştî, mesela dêrey qeybî rocbîney înan, dêrey serê Newrozî de. Ez qeybî domanan dêran virazena û youtube de kena vila.
Ekrem Koçbaşi: STATUYA KURDÎ NE ÇARE YE, MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ LAZIM E
- Gere mafê zimanî em rast bînin ziman; mafê zimanî çi ye? Em çi dixwazin, gere em vê rast bînin ziman.
- Li dinyayê di warê hiqûqa navneteweyî de rêxistina herî girîng Neteweyên Yekbûyî ye. Wan zagon diyar kirine.
- 30 heb beşên Hiquqa Navneteweyî hene, wekî bizarganî, dîplomasî, aborî, geza; mafên mirovan, ziman jî di nav de cih digirin.
- Li dinyayê 500 heb Peyman hene, 16 jê rasterast û nerasterast qala mafê ziman dikin. Li gor peymanan her dewlet mecbur e perwerdehî bide hemwelatiyên xwe. Dewleta Tirkiyeyê jî dibêje ez vê perwerdehiyê bê pere didim û ji navê dertê. Li vir bo me mafê ziman lazim e. Vê jî dewleta dibêje 'ez bi çerd saetan mafê hînbûna ziman didim' û ji narê dertê.
- Ji bo me Mafê Perwerdehiya bi zimanê zikmakî di her warî de lazim e; matematik, hiqûq, felsefe û hwd.
- Qebûlkirina 'Statuya kurdî' ne çare ye, têrê nake. Dikare bi vê xalê ziman bi fermî qebûl bike, wekî du saetan dersê bide te. Loma ev ne çare ye. Ligel Statuya Kurdî, mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî jî lazim e, loma em 'Statuya Kurdî, Mafê Perwerdehiya Bi Kurdî' bi hev re lê dikin. Bi vê tu dikarî ziman biparêzî, lê dîsa têrê nake.
- Tu dikarî mafî bi dest bixî lê dewlet dikare tiştek neke; dibistanan veneke, mamosteyan negihîne, materyalan çap neke.
- Ji bo zimanê kurdî divê dewlet ne tenê qebûl bike û bikeve bin barî, divê barê pêşxistinê jî bigire ser milên xwe ji ber ku ziman gelek li paş maye.


