Diyarname
Roja 21.04.2005 bû me dest bi weşanê kir. Malperek neyartiya kes, sazî, rêxistin û partiyên kurdan neke. Malperek xizmetê bike. Malperek giranî bide ser çand, ziman û nûçeyên jiyanê... Ma wisa dest pê kir û ev 10 sal in bi deh hezaran nûçe û nivîs me pêşkêş kirine, emê bikin jî.
Diyarnameyê heta îro ji tu kesî, sazî û rêxistinî qiruşek alîkarî negirtiye. Bi derfetên xwe, bi keda hin hevalan weşana xwe didomîne. Di vê 10 saliya Diyarnameyê de jî em serbilind in ku ji bo vî zimanî kar dikin, emê bikin jî.
Ji bo 10 saliya Diyarnameyê me bernameyek daye pêşiya xwe:
- Emê pirtûkek ji nivîsên nivîskarên Diyarnameyê amade bikin (niha li ber çapê ye) û bê pere belav bikin. (her wiha dê diyariyên me yên din jî hebin)
- Li Stenbolê (belkî bajarên din jî) pîrozbahiya Diyarnameyê li dar bixin.
- Emê bi panelekê beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê bibin.
Agahiyên li ser van emê di rojên pêş de pêşkêşî we bikin.
Her wiha logo jî têde, emê rûyê Diyarnameyê hinekî biguherînin. Xebata me didome. Di rojên pêş de xwendevanên me dê guherînan bibînin.
Bi hêviya ku emê hê gelek salên din jî xizmeta zimanê xwe bikin.


