Diyarname
Kayyûmê Qoserê navê 3 taşên Qoserê ku bi kurdî bûn guhartin. Mebûsa HDP'ê Pero Dundar mijar bir meclisê û Wezîrê Karên Hundir pirsî.
Di dema şaredariyên DBP'ê de navê Berçem, Aştî û Medya li 3 taxên Qoserê hatibû kirin. Di 6'ê berfanbara 2016'an de Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê dest danîbû ser Şaredariya Qoserê û kayûm şandibû ser şaredarî. Ahmet Odabaş ê kayûmê Qoserê her 3 navên bi kurdî guherandin. Mebûsa HDP'ê Dundar ev mesele bir meclisê û ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê çimaya van pirsî.
Dundar pirsên wekî "çima navên 3 taxan guhartin, ji bo guhartina 3 navan ji gel fikir hat girtin, ji ber 3 navên taxan kî aciz bû, guhartina van 3 navan ma ne êrîşa li ser zimanê zikmakî ê kurdan e, gelo hûn difikirin ku fermanê bidin û her sê navan bi paş ve li taxan bikin?"