Bozan YAMAN
Nivîskar û helbestvanê tirk yê navdar Hulki Aktunç sedema nivîsandina xwe, bi hevoka “ez dinivîsim ji ber ku di zimanê tirkî de hê hinek peyvên nehatine ber hev hene” dianî zimên.
Di pirsa kurdî de, ne tenê di berhemen wêjeyî de di jiyana rojane de jî hê gelek peyvên nehatine ber hev hene. Ji ber ku peyva “Kurdî” heta demeke nêzik her bi peyva “qedexe” ve girêdayî bû. Ji ber ku xwendin û nivîsandina kurdî bi awayekî fermî nedihate hînkirin, kurdên li Tirkiyeyê xwe bi xwe hînê xwendin û nivîsandina kurdî ya wêjeyî bûn. Kurdiya rojane ji ber ku bi salan qedexe bû û nehatibû xebitandin têrî wêjeyê nedikir.
Ji nifşê Hawarê bi heta îro, helbestvan û nivîskarên li penaberiyê û Kkurdên Sovyetê kurdiyeke wêjeyî diafirandin. Di çil pêncî salên dawiyê de enstîtuyên kurdî yen derveyî welêt û yên li welêt jî kedeke mezin di vî warî dan.
Di dawiya sedsala bistemîn de kurdî di şert û mercen giran de dijiya û vedijiya. Du barên giran li ser milên nivîskar, helbestvan û zimanzanên kurdan bûn. Yek, vejandin û ji nû ve şênkirina zimanekî. Du, afirandina wêjeyeke hemdem û nûjen.
Yên ku ev barana hilgirtî ser milên xwe, çiqas kêmasî û şaşîtiyên xwe hebin jî, hêjayî pesindayînê ne.
İlhamî Sîdar, piştî şeş pirtûkên (du helbest û çar roman) bi tirkî, romaneke bi kurdî nivîsand: Tehma Xweliyê. Roman, ji Weşanên Aramê derket.
Mijara romanê, mirov dikare bibêje, rêwîtiya ber bi “rastiyê” ye. Lehengê romanê, “esîlzade”yekî hijdeh salî yê ji Konstantînê ye. Bûyerên romanê ji aliyê wî ve têne vegotin.
Ew, li Konstantînê di nava “jiyaneke têra xwe bi kêf û coş” de ye. Rojekê, “piştî mirina kurê mamosteyê” xwe tedigihîje ku “di nav gerdûna ku tê de dijî” ne dilopek e jî. Biryar dide ku ewil bibe dilopek, şûn de bikemile. Piştî vê hişyar bûyînê, “di nav kembera [xwe] de nameya Cenabê Îdrîsê Bedlîsî”, “ligel maiyeta xwe bi rêya ku [wî] wasilê menzîlê bike” dikeve. Îdrîsê Bedlîsî, wî dişîne bal şêxê xwe.
Dem, du salan piştî Şerê Çaldiranê ye. Di rûpelên romanê yê serî de em dixwînin ku ew deh rojan berê ji Konstantînê derketine. Çend rojên dawiyê di erdnîgariya kurdan de derbas dibin. Lehengê me tê Bedlîsê. Li wir, hevaltiyê bi Mîr Şerefxan re dike, daxilî tekiya Şêx Ebu Reyhanê Kurdî dibe. Di sohbetên bi Şerefxan, Şêx û hin alimên din ên li seraya Şerefxan, dikemile. Lê ji aliye din ve rojekê rastî jinekê (Zelîxa) tê. Evîn, feqa xwe vedigire.
Lehengê romanê, hêj li serê rê, bawerî bi xwe û rêya xwe aniye. Di nava rastiya bûyeran de fêm dike ku tu rastî ji rastiya evînê wêdetir tune ne.
Di tesawûfê de evîndar (âşiq) bi rêya “evîna mecazî” (hezkirina ji însanekî/ê) xwe digîne “evîna îlahî”. Jiyana lehengê romana Tehma Xweliyê berevajî vê qaîdeyê diherike. Di serî de ew hewl dide xwe ku bigihîje evîna îlahî bêyî ku evîneke mecazî bijî. Dû re ev ji bo evîna Zelixayê dev ji rêya evîna îlahî ber dide. Piştî demekê têkiliya wî û Zelixayê tê kifş kirin, di heman demê de ew poşman dibe. Lê ev rastî di dawiya romanê de xwe dubare dike: Ew careke din bi evîna yeke din, bi evîna Gulbanûyê dişewite.
Bi kurtî: Xelasî ji destê evîne nabe. Ji ber ku evîn ne ev tişt e ku bi aqil û raman bê hilbijartin.