Diyarname
Çalakiyên mezin ên ji bo Newrozê dest pê kirin. Pêşî li Îdir û Şirnexê û ji îro û pêde jî li bajarên din Newroz bi girseyî tê lidarxistin.
Bi awayekî girseyî pîrozkirina Newrozê 17'ê mehê li Îdîr û Şirnexê dest pê kirin.
Li Îdirê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî Newroza Îdirê bû, diyar kir ku dê pirsgirêkên gel bi "Xweseriya Demoratîk" bêne çareserkirin.
Demîrtaş, li hember girtin û binçavkirinên endamên partiya wan jî bertek nîşanî da û got: "Girtîgehên we têra vî gelî nakin. Heke îro 2 hezar nûnerên gelê kurd di girtîgehan de bin bi hezaran jî li qadan in."
Selahattin Demîrtaş li ser cejna Newrozê û berxwedanê jî wisa got: "Ji bo me Newroz vejîn, berxwendan û azadî ye. Têkoşîna Kawayê Hesînkar a li hemberî zilma Dehaq e. Newroz bi agirê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan geş bûyî pîroz be. Îro roja hemû kesên li hemberî zilmê serî hildane ye, îro roja azadiyê ye. Me jî bi vê têkoşînê efsaneyek pêk anî. 15 sal berê digotin 'kurd û Newroz tune ye!' Bala xwe bidin niha gelê kurd bû Newroz. Ramana we ya înkarê şewitand. Polîtîkayên we yên înkarê îflas kirin."
Demîrtaş, qadên Newrozê wekî "Qadên gel ên herî bi hêz daxwazên xwe tînin ziman" bi nav kir û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Îdir jî îro li vê qadê vê sozê dide. Ji ber vê yekê divê em mal bi mal bigerin, amadekariyên vê hilbijartinê bikin. Êdî divê ji partiyên din re dengek neçe. Ev peywirdarî herî zêde dikeve ser milê ciwanan. Êdî divê ciwan biçin ser kar. Em dê bi Xweseriya Demokratîk re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ji AKP'ê çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin. Bila siyê nede ser me em tiştekî din naxwazin. Wêrekiya wan ya pirsgirêka kurd, elewî û turbanê çareser bikin tune ye. Encax bi têkoşîna gelan ev pirsgirêk çareser bibin."
Şirnex li ser piyan bû
Li Şirnexê jî bi beşdariya deh hezaran kesî, li Qada Cumhuriyetê Newroz hat pîrozkirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Mebûsên BDP'ê Hasip Kaplan, Osman Ozçelik, Akin Birdal, Şaredarên BDP'yî li qadê amade bûn.
Di axaftina li qadê de Kişanak wisa got: "Ji bo em van qadan azad bikin me gelek berdêl da, me gelek şehîd dan. Em şehîdên Newrozê bi hurmet bi bîr tînin. Bicihanîna bÎranîna wan peywira me ya siyasî ye."
Kişanak wisa dom kir: "Li van qadan komkujî pêk anîn. Bi tang û panzêran êrîşê pîrozbahiyên Newrozê kirin. Lê em huş nebûn, me dev ji daxwaza xwe berneda. Vaye îro em dîsa li vir in. Gelê kurd ku ev qad azad kiriye, dîsa li van qadan e. Qada Newrozê êdî qada çareseriyê ye. Em ên ku siyaseta demokratîk diparêzin, wekhevî û aştî diparêzin em bawer in ku emê rojekê azadî, aştî û biratî bînin vî welatî."
Li Îdirê jin bi kincên gelêrî li qadê bûn.
Demîrtaş li Îdirê axivî.
Li Şirnexê gel qad dagirtibû.