Zinarê Xamo
Min romana Helîm Yûsiv "Wehşê Di Hundurê Min De" şeva çûnî qedand.
Çendakî berê gava gihîştibû ber destê min, min gotibû ezê di nava rojekê, du rojan da biqedînim, lê di wê nabênê de hin tiştên ne di hesêb de derketin û 40 rûpelên mabûn min neqedandibû û dû re jî min ji bîr kir. Şeva çûyî roman bi ber çavê min ket û min qedand.
Ne wekî analîzeke, lê bi kurtî, pir kin dixwazim naveroka wê bidim nasîn.
Di "Wehşê Di Hundurê Min De” her çiqas cî û mekan ne diyar be jî, lê nivîskar qala Sûriyê û rejîma Esed dike. Qala dema Esed û dema lawê wî Beşar Esed û şerê Sûriyê û wehşeta hêzên îslamî dike.
Destpêkê tenê wehşên serokê mezin hene, her kes ji wan wehşan ditirse.
Dû re bi demê re hin wehşên bi quloç peyda dibin û bi mirina serokê mezin û hukumdariya lawê wî, wehşên heta wê demê di binê erdê de derdikevin û bûn hêdî hêdî zêde dibin.
Wehş însanan digrin, davêjin zindanan û bi salan bêyî ku kes bizanibe di kîjan zindanê da ne însan girtî dimînin.
Hinek qet dernakevin û hinek jî piştî kal û seqet û nîvmirî dibin derdikevin û li der dimirin.
Piştî demekê di nabêna wehşên rejîmî û wehşên nuh de şer dest pê dike û wehş êdî wahşetên dûrî aqilan dikin.
Qehremenanê romanê Salar, mamosteyê wî Alan û keça Mamoste Alan Meryem e.
Berê mamoste Alan ji alî wehşên rejîmê ve tê girtin û bi salan kes nizane sax e yan mirî ye.
Dûra Salar ji ber kitêba xwe ya bi navê "Bav û Kur" tê girtin, lê ji ber kitêb ne bi navê wî yê rastî ye nikanin li ser îspat bikin û ew jî nivîskariya kitêbê qebûl nake.
Piştî 10 sal hepsê, gava Salar ji zindanê derdikeve diya wî nexweş e, zimaê wê nagere û piştî demeke kin dimire.
Meryema dildara Salar mêr kiriye û koçî Almanyayê kiriye.
Ne wehşên berê û yên nuh tenê, hevalên wî, heta bi gihîje dê û bavê wî û hemû merivên bajêr jî li ber çavên Salar dikevin kirasê wehşan, wekî wehşan xuya dikin.
Dema Salar zarok bû welat ne welatê wehşan bû, lê niha welat bi tevayî bûye welatê wehşan û wehş serên hev jê dikin û hev û du dixwin.
Di rastiyê de hemû welatên misilmanan ji alî wehşan ve tên îdarekirin û dû re hemû civat jî dibe wehş û goştê canên hev dixwin. Tenê rêyek li ber yê dixwaze nebe wehş ya jî ji alî wehşan ve nayê xwarin dibîne, ew jî reva Ewropayê ye.
Lê ji ber ku bi mîlyonan wehş jî reviyane Ewropayê û roj bi roj li wir jî pir dibin, li Ewropayê jî dest bi wehşeta xwe kirine.
Wehşan çawa welatên xwe kirin mezbexane, niha jî dora Ewropayê ye, heger ewropî rê li ber koça wehşan negerin ewê Ewropayê jî bişibînin welatên xwe
Ji bloga Zinarê Xamo "Hindik û rindik" hatiye girtin


