Diyarname
“Dîalog” kovareke bi kurdî ye û nû dest bi weşanê kiriye. Kovara ku hejmara xwe ya yekemîn derxist, li ser şanoyê dê weşanê bike.
Demek berê portaleke li ser şanoyê bi heman navî hatibû vekirin û niha ew wekî kovareke çapkirî li ber destên xwendevanan e. Bi pêşengîya nivîskar û derhêner Mîrza Metîn û edîtoriya Rıfat Yildiz kovara şano, dans û performansê ya bi navê DÎALOG' bi kurdî li Batmanê dest bi weşanê kir. Kovara ku salê carek dê derkeve di nav lijneya weşanê de Mîrza Metîn, Kenan Demir, Pelda Bal û Rifat Yildiz cih digirin. Kovarê wekî Adar 2022 hejmara xwe ya yekemîn dexist ku ev hejmar bi piştgiriya Sivil Duşunê çap bûye.
Edîtorê giştî yê Dîalogê Mîrza Metîn li ser armanca derxistina kovarê wiha dibêje, ‘’Fikra derxistina kovareke bi vî rengî xeyala bi salan bû. Berî salekê me gavek avêtibû û me portalek bi navê “Dîalog” ava kiribû. Bi vî şiklî Kovara Dîalogê 27’ê adara 2021’ê di Roja Şanoya Cîhanê de wekî online dest bi weşana testê kiribû. Bes kovareke şanoyî hewce bû û me tevî hemû kil û kêmasî û nezanînên xwe mil da vî karî û di encamê de ev berhema di destê we de derket holê.”
Di vê hejmarê de Mîza Metîn “Dîwan: Ceribandina lêkolîneke lîstikvaniyê ya dij-mêtinger”, Berfîn Zenderlioglu "Rûyê din ê mîtalyonê” û Berrî Shemdîn jî “Govend Katharsisa Kurdan e” nivîsiye.
Ji bilî van Çetoyê Zêdo bi “Di sedsaliya şanoya kurdî de ‘Ji çaran yek’”, Recep Îçen bi "Di şanoya kurdî de laboratuarek: Mordem” ked daye kovarê. Ji bilî van Arjen Brûsk, Sîrwan Rehîm, Şaliko Bêkes, Yusuf Unay, Zelal Angay, Fexriya Adsay bi nivîs û wergerên xwe di kovarê de cih girtine.
Her wiha ji bilî nivîsan agahiyên li ser lîstikên aktuel, li ser pirtûkên şanoyên jî hatine pêşkêşkirin.