Diyarname
'Elîfbêtk' pirtûka helbestan, helbestên ligel 'xwehê' dikevin nav zemên, çîrokên ligel wê pêşkêş dikin derket.
Em qala pirtûka helbestan a Yeqîn H. dikin. Pirtûk bi navê "Elîfbêtk" ji Weşanên Belkî derket. Berî vê Yeqîh H. bi navê "Beytik" pirtûkek din a helbestan nivîsandibû û ew jî ji Belkî derketibû.
Yeqîn H. nivîskar, helbestvan û muzîkar e. Li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê lê xwe wekî "Kurdê Mêrsînê" dihesibîne. Demek dirêj e bi helbestê re eleqedar e. Ji helbestê hez dike, loma jî gelek ked dide ji bo wê. Ev pirtûka niha li ber dest jî bi vî awayî wekî keda salan, bi gotineke din nêzî deh salan li ser xebitiye û derxistiye.
Yeqîn H. ji muzîkê hez dike, loma ji bo muzîkê jî kedê dide; di sala 2011'an de bi albuma "Mahabad" (Kom Muzîk) derketibû pêşberî muzîkhezan. Ji kuliyata Mihemed Şêxo bi navê "Nehberk" album amade kiriye lê ew hê derneketiye.
Yeqîn H. nivîskar e, demek dirêj e bi nivîsê re eleqedar e û demek dirêj e û hê jî di Diyarnameyê de di quncikê xwe "Êvara Biyan" de dinivîse.
Bi gotina herî kurt ew bi hunerê re eleqedar e. Di vê "Elîfbetk"a niha li ber dest de jî huner heye. Pirtûka helbestan (belkî mirov dikare bibêje ya pexşanê jî) ku bi zimanekî xweş li hev aniye çîrokek pêşkêş dike. Çîroka "xwehê". Ew bi "xweha sibê" dest pê dike, bi "xweha xwezayê", "xweha şevê" didomîne û demê, nefesê, peyvê, sêdarê, zemên, dengbêj û gelek û gelek dem-mijarên din tîne ziman. Di hilbijartina peyvên helbestan, di lihevanîna hevokan de xwendevan fêm dike ku xwe gelek pê êşandiye, gelek dem ji bo her peyvek-hevokek xerc kiriye û tê dîtin pevy û hevok sefandine, bi awayê herî zelal di nav rêzikan de bi cih kirine.
Yeqîn H. ku di 2017'an de ji bêgavî çû Swîsreyê û êdî li wir dijî, pirtûka wî nû derket û xwe gihand ber destên xwendevanan.
Bi kurt û kurmancî diyar e dê "Elîfbetk" di nav helbesta/pexşana kurdî de cihek muhîm ji xwe re dagire. Yeqîn bi van gotinan Elîfbêtka xwe pêşkêş dike:
"Ez Elîfbêtka xwe vedikim,
û dest pê dikim -bi navê te, li ber çirkeçirka katjimêrê;
ev kelam wilo li devê min tê -ev çîroka xubarî!
navê te, li devê zemên nayê.
lew ez im ew birîna jibîrkirî, ku te dev kiriye devê wê!"
- Elîfbêtk / Yeqîn H. / Helbest / Weşanên Belkî / 72 rûpel / 2018
****
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156
Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455