Diyarname
8'ê kewçêra 2023'yan CHP'Ya Stenbolê 38'emîn kongreya xwe li dar xistibû, Ozgur Çelik bûbû serokê CHP'ya Stenbolê. Der barê wê kongreyê de doz hatibû vekirin. Vê êvarkî dadgehê kongre betal kir.
45'emîn Dadgeha Asliye Hiqûq a Stenbolê heyetek ku ji Gursel Tekin, Zeki Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsap pêk tê ji bo Serokatiya Rêxistina CHP'Ya Stenbolê wekî kayûm tayin kir.
Serokê CHP'ya Stenbolê Çelik got, "Emê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Parêzerên me dê îtîrazê bikin. Emê li avahiya xwe ya bajêr bin, em li ser karên xwe ne."
Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP'ê li ser biryarê vê êvarê civiya..
DEM PARTÎ: BILA DADGEH DEST JI SIYASETÊ BIKIŞÎNE
DEM Partî li ser meseleyê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re bertek nişan da û got, "Tu fêdeya vê kirinê ji bo hiqûqê û demokrasiyê nîn e. Dadgeh divê dest ji qada siyasî bikişîne, dest ji zihniyeta kayûmê berde.


