Diyarname
Derhêner Nuri Bilge Ceylan îsla ji Festîvala Fîlman a Saraybosna "Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" bigire.
Festîvala Fîlman a Saraybosna îsal 24'emîn car di navbera 10-17'ê vê mehê de li dar dikeve. Festîval dê xelatê bide Ceylan û her wiha dê pêşangeha wî ya fotografan jî bi navê "Tirkye Sînemaskop" 11'ê mehê vebe û heta dawiya mehê vekirî bimîne.
Di çarçoveya festîvalê de fîlmên Ceylan ên heta niha kişandine "Ahlat Agaci", "Bir Zamanlar Anadolu'da", "Kiş Uykusu", Mayis Sikintisi", "Uzak", "Îklîmler" û "Kasaba" jî dê bêne nîşandayîn.
Festîval 10'ê mehê bi nîşandayîna fîlmê derhênerê polonî Pawel Pawlikowski yê bi navê "Cold War" (Şerê Sar) dê dest pê bike. Ji Amerîka heta Îranê, Tirkiyeyê fîlmên gelek derhêneran di festîvalê de derdikevin pêşberî temaşevanan. (Ev beş roja 08.08.2018'an hatiye weşandin)
**
'Ezê vê xelatê ji bîr nekim'
Festîval li Şanoya Neteweyî ya li Saraybosna bi merasimek dest pê kir. Di merasima destpêka festîvalê de derhêner Ceylan "Xelata Serketina Di Hemû Jiyanê de" Ku navê "Dilê Saraybosna" lêkirine girt û got: "Girtina vê xelatê ji bo min rûmetek mezin e. Ez bi hemû dilê xwe vê xelatê qebûl dikim."
Dîrektorê Festîvalê Mîrsad Purivatra xelat pêşkêşî Ceylan kir. (Ev beş 11'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)