Diyarname
Yekeya Xebatên Kurdî ya BİLGİyê, Civata Çand û Ramanê ya BİLGİyê û Kovara Toplum ve Kuramê konferanseke bi navê "Di Salên 1990’î de Kurd û Kurdistan" di rojên 26-27'ê mehê de li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Beşa Kuştepeyê li dar xist.
Vane hin not ji konferansê:
Di konferansê de ev mijar hatin nîqaşkirin:
- Polîtîkayên Nasnameyî, Civaka Sivîl, Hewldanên Sazîbûne
- Di Salên 1990’î de bi Perspektîfa Gerdûnî Kurd û Kurdistan
- Di Destpêka Salên 1990’î de: Li Kurdistanê Mîrateya Salên 1980’yî
- Di Salên 1990’î de li Îranê Kurd, Rojname û Hilbijartin
- Di Salên 1990’î de Kurdên Sûriyeyê û Mijara Nasnameyê
- Divê Salên 1990’î Çawa Bên Nîqaşkirin?
- Du Şêwazên Dewletê: Wekî Rejîma Sûc û Ewlehiyê Rêveberiyên Derasayî
- Qirandina Kokan: Wekî Polîtîkaya Dewletê Koça bi Darê Zorê
- Li Cigeyiyên Kurdistanê Bîra Pêkutî û Berxwedanê ya ku bi Tundiyê Hatiye Avakirin
- Qadên Berxwedanê -I
- Serhildan û Girseyîbûna Berxwedana Kurdan
- Ji Serhildana Siyasal ber bi Berxwedana Çandî ve: Zimanê Berxwedanê yê Nû û Salên 1990’î
- Yek ji Dînamîkên Bingehîn a Berxwedanê: Tevgera Ciwanan
- Qadên Berxwedanê II
- Di Têkoşîna Azadiyê de Tevgera Jinên Kurd
- Binsivêrnekên Nifşên 90’î: Girtîgeh
- Di Salên 1990’î de Siyaseta Legal a Kurdan: Derfet, Sînor û Wendayî
Di konferansê de van kesan li ser mijarên jor ditinên xwe anîn ziman:
- Prof. Dr. Martin Van Bruinessen (Zanîngeha Utrechtê / Zanîngeha Bilgiyê, axaftina destpêkê)
- Prof. Dr. Hamit Bozarslan (EHESS)
- Dr. Îsmaîl Şems (Zanîngeha Tehranê)
- Ziwer Omar (Lêkolîner)
- Doç. Dr. Nazan Ustundag (Zanîngeha Bogaziçiyê)
- Dr. Naif Bezwan (Zanîngeha Artukluyê)
- Dr. Bilgin Ayata (Freie Universitat Berlin)
- Adnan Çelik (EHESS)
- Dr. Cengiz Guneş (Open University)
- Cîgir. Doç. Dr. Engin Sustam (Zanîngeha Arelê)
- Doç. Dr. Ahmet Yildirim (Zanîngeha Dicleyê)
- Dr. Rûken Alp ((Zanîngeha Sabanciyê)
- Sibel Oz (Zanîngeha Marmarayê)
- Dr. Cuma Çiçek (Institut d'Etudes Politiques de Paris)
Roja destpêkê, yanê roja 26'ê mehê salona konferansê mişt tije bû, gelek kes li ser piyan bûn jî. Piraniya temaşevanan xwendekar bûn lê nivîskar û rojnameger jî amade bûn. Ji rêveberên BDP'ê Roşan Şaban Işiktaş, Nizamettin Ozturk jî konferans şopandin. Hin televîzyonên kurdî û gelek rojnamegerî konferand şopand. Zimanê konfrenasê kurdî-tirkî bû û bi kîjan zimanî axaftin çêdibû, di cih de wergera simultane hebû. Ji nav hemû beşdaran zêdetir eleqe li hemberî mêvanên ji derve hatibûn wekî Îsmaîl Şems (li derve gelek pirsên li ser Rojhilatê Kurdistanê û rewşa wir), Zîwer Omer (li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir pirs jê dihat kirin) hebûn, her wiha Hamit Bozarslan, Martin Van Bruinessen jî.
Di roja duyem de temaşevanan gelek hindik bû lê tiştê bê gotin ev e: Konferans gelek serketî derbas bû.
Û hin notên ji axaftinan:
- Prof. Dr. Martin Van Bruinessen:
Di salên 90'î de PKK'ê şer ber bi pêvajoya polîtîk ve guhart, şerarewsitn çêbû, saziyên sivîl hatin avakirin. Di destpêka salên 90'î de xebata avakirina saziyên sivîl bi ser neket ji ber ku kesên li van deran dijiyan rastî kuştinên kiryar nediyar hatin. Van kuştinan nehişt ev gav bi ser bikeve.
Li Kurdistana Iraqê soranî dikin zimanê fermî û kurmancî xeber nadin. Ev yek dike ku kurdên Iraqê û kurdên Tirkiyeyê ji hev dûr bikevin. Ev yek sînorê dixe navbera her du kurdan. Ev hinek jî li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê tê çêkirin.
Kurdistana Îranê ji aliyê siyasî, çandî ve zêde nayê zanîn, divê ciwanên kurd li ser vir lêkolînan bikin.
- Prof. Dr. Hamit Bozarslan:
Salên 80'yî de ez bi xwe ditirsiyam dê kurd bimînin an na. Qasimlo hatibû kuştin, li Iraqê rewş xirab bû, salên 90'î li Bakur Hîzbullah hebû. Demirel digot dewlet dikare derkeve derveyî hiqûqê, lê di dawiyê de dewletê winda kir. Rast e PKK'ê nikarî dewleteke ava bike, lê dewleta Tirk jî nikarî wan têk bibe, fikra dewleta Tirkiyeyê ya klasîk têk çû.
- Dr. Îsmaîl Şems:
Li Zanîngeha Tehranê em niha dikin 6 cildan ansîklopediyê li ser kurdan amade bikin. Kurd li gelek bajarên Îranê belav bûne. Mînak du gund li bajarê Îranê ê bi navê "Xuzistan" hene. Navê yekê "Kurdistana Gewre" ya din "Kurdistana Biçûk" e.
Di dema Şerê Iraq û Îranê de li ser sînor bajarên kurdan zirar dît, wê çaxê 100 hezar kurd mirin, gelek koçber bûn.
Kovara Sîrwe derdiket di salên 90'î de, ew dikarî bibe diya rojnamegeriya kurdî li Îranê. Paşê xwendekaran kovarên wekî "Çiringe", "Çiya", "Zivinge" derxistin, xwestin bibin dengê kurdan, ne dengê hîzban.
- Zîwer Omar:
Heta dawiya salên 80'yî zêde tiştek girîng li Rojava nîn bû. Dawiya salên 80'yî de du bûyerên girîng derketin holê. Kurdan di Newroza 88'an de li Şamê meşek li dar xist. Bi hezaran kes beşdar bû. Rejima Esad ne li benda titşek wisa bû. Silêman Aden hat şehîdxistin. Ew wekî yekem şehîd hat binavkirin, ji ber ku yekem xwepêşandan bû. Bûyera duyem operasyon dan ser partiya Komunîst û gelek kes ji wê girtin. Derket holê ku kurd alîgirên wê ne. Rejimê piştî var her du bûyeran dît ku li Rojava guherînên mezin hene.
- Dr. Naif Bezwan:
Di zagonê de piştî Serokomar di rêza duyem de Wezîr, di rêza sêyem jî OHAL (Rewşa Awarte) tê. Her bi OHAL'ê Kurdistan hat bi rê ve birin. Bi cerdevanî û helwestên wisa xwestin. Dema Tirkiye beşdarî NATO'yê bû "Sixi Yonetim" wekî şertek ji holê hat rakirin, balkêş de dema Tirkiyeyê xwest beşdarî Yekîtiya Ewropayê jî bibe wekî şertek OHAL rakir û gav avêt.
- Dr. Bilgin Ayata:
Di salên 90'î de dema dest bi avalikirin û şewitandina gundan kir, xwest behrê ziwa bikin û masiyan bikujin. Heta salên 95-96'an ev meseleya valakirina gundan dom kir. Niha jî carinan dema pevçûn derdikevin wan gundan ji cihên wan radikin. Lê gund rakirin û ew li cihên cur bi cur belav bûn, mesele jî ji herêmîbûnê firehtir bû bû giştî, bû navneteweyî. Ji ber ku ew kesên ji gund rabûbûn çûbûn gelek cihan, bi wan re ev pirsgirêk li wan deran jî xwe nîşan da.
- Adnan Çelik:
Pasûr, Licê û Farqîn her navenden serhildanê bûn. Serhildana Şêx Seîd, hinek lokal be jî serhildana Şêx Fexrî navend evder bû. Piştî salên 90'î jî navenda serhildanê ev der bûn.
(Li van her sê navçeyan çiqas cerdevan hene qay kir) Cerdevanî ne tenê li dijî PKK'ê, li dijî gundiyan, her wiha li nav malbatê bi xwe jî bû sedema parçebûnê.
- Doç. Dr. Ahmet Yildirim:
Salên 90'î salên şikandina tirsê, şikandina zor û zordariyê ye. Salên 90'î zor û zehmetiye, şewitandina gundan e, li dijî wan jî berxwedan û têkoşîneke bêhempa ye.
Di salên 90'î de ciwan zêdetir çavdêr, dilpola bûn. Hinek bûn gerîla, hinek hatinkuştin, hinek ketin girtîgehê, hinek bûn siyasetmedar. Niha ciwanên 90'î siyaseta legal a kurd domîne dikin. Mînak birêz Demîrtaş, Baydemîr, Anli, Meral Beştaş.
Ji ber rêberê tevgerê hem gotar û pirtûk dinivîsand, ciwanan jî dixwend. Ciwanên 90'î ne nezan bûn. Piştî pirtûkên birêz Ocalan dixwendin, li wir nediman, dest bi lêkolînê dikirin. Li ser felsefeyê, dîrokê jî lêkolîn dikirin û dixwendin.
- Dr. Rûken Alp:
Di nav tevgera PKK û tevgera legal de jin cihek girîng digirin. Wekî têgehek ÇİYA, azadiyê dide jinê. Di nav PKK'ê de çêkirina artêşa ji jinan qadake xweser dide jinên û ez vê yekê li hemberî serdestiya feresata mêr, wekî şikandina vê feresatê dibînin.
Di salên 90'î de beşdariyeke mezin ji jinan heye. Ji sisêyan yekê beşdariya çiyê ji jinan pêk tê.
- Sibel Oz:
Me wekî nifşê 90'î me wekî mirinê li meseleyê dinêrî. Me digot jixwe emê bimirin, loma lêkolîn, xwendin nîn bû. Kesên ku bixwendin, lêkolîn bikira me wekî oportonîst li wan dinêriya.
Li ser wêje, dîrok, huner zêde tşitek nîn bû li cem me, ji ber me tenê bi çavê mirinê li meseleyê dinêrî. Em îşkence didît lê rojek me ew nenivîsî, me fîlmê wê nekişand. Salên 90'î girtîgeh bûn cihên gel ji ber ku ji bilî kadroyan ji beşek fireh a civatê kes hatin girtin. Lê me polîtîkayeke baş a girtîgehan çênekir. Dema F Tipiyan de çepên tirk bi tenê çavên mirinê li meseyê dinêrî û wekî yan hero yan mero, tevgera kurd jî bêpolîtîka bû li hemberî vê. Wan digot ji bo me ferq nake.
- Dr. Cuma Çiçek:
Di salên 90'î de dewletê bi siyaseta îllegal zor da tevgera legal a kurd û tevgera legal berdêlek mezin da. Gelek partiyên legel hatin girtin.