Lîstikvana navdar Marilyn Monroe piştî mirina xwe jî dîsa dikeve rojê.
Vê carê çend fotografên wê yên ku heta niha nehatine dîtin ketin rojevê. Monroe berî mirina xwe bi sê mehan di sala 1961'ê de di fîlmê bi navê "The Misfits" de lîst û ev wêneyên ku niha derketine holê jî di seta wî fîlmî de hatine kişandin.
Fotografkêş Eve Arnold ku niha ketiye 98 saliya xwe ew fotograf kişandine. Foto niha li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) têne pêşkêş kirin.
Ji van wêneyan 495 kopî hatine derxistin û ew di mezatê de bi 550 dolarî (825 TL) têne firotin.
Arnold dibêje ku cihek ku Monroe biçûya hebû lê negihîşt wir. Wênekêş dibêje ku di navbera wê û Monroe de têkiliyeke xurt hebû û di nav kariyera hev de cihên wan ên girîng hebûye.
Monroe di hin fotografan de bi pantolonên kot, bi awayeke sade û mehsûm dixuye, di hinan de bi kincê leopar li ser dixuye û pozên seksî dane. (The Daily Mail)