Ferec Koyistanî
Wan sala jî wiha bû. Wan sala jî, hembêza civatê ji takekesan re xiliqandî bû. Hev dicircirandin û hebûna her duyan jî sobaniya kêrê bû, wekî cotek kêr hev disûtin, lê dikaribûn hev bigguheranda jî. Wan salan, her ku kekê min ji Stenbolê vedigeriya, bi her kesî ecêb dihatin hatinên wî - bi termeke ku niha pê emel dikim, wan sala bêjim; “avangard” bûn ew û hatinên xwe- Dema ku bi şalê pînekirî, qundera sertûj û porê xwe yê wekî striyên jûjiyan dida derî, mehd li bavê min diqulibî, lê ji bo xatirê hatinan nedida rûyê wî. Piştî ku şîv dixwar û êvar bi serboriyên xwe dimeyiland, diya min ji bo serşûştinê li ber digeriya, lê wî digot, heger serê xwe bişo, dê porê wî ji qêlik derkeve, ji loma divê heta çendekî av bi porê wî nekeve. Timî, bi her hatinê re, neserşûştina wî dibû çirûska ewil a şerê malê. Lê, min bi xwe timî piştgiriya wî dikir, çiku hem modelê modaya Stenbolê bû; -sibê min ê jî hewl bida porê xwe wekî yê wî şeh bikira- hem jî têra min destmişt vedigeriya. Ne bi xêra van çûn û hatinên wî bûna, belkî piyê min bi topê neketa, ez ê ji ajotina pisqilêtê jî mehrûm bimama.
Carnan me serhişkî dikir û em ji ya xwe nedihatin xwarê. Lê axlebê caran, me digot qey em bira jî zêde gewî ne û em vedigeriyan ser derba xwe ya berê. Gewitî û henûniya kekê min, di geremola çûn û hatinên wî de av li hev venedixwarin. -Heye ku li emrê wî jî- Û ji wan gewitîyên wî yek jê jî, anîn û lixwekirina kapriyan bû; wî û bavê min pir dilê hev hiştibû. -Jixwe, kêm caran ji bo qanihkirinê bi hev re dipeyivîn- Lê girrê dara sêr ji yê terhik qewîntir derketibû, kekê min fêm kiribû ku wî yê nikarîbûya bi vê xirecirê re derxista serî, ji loma xwe wekî zarê xelkê girê da. -Bi dû re, wê ev fêmkirin bûbûya stûnê serkeftina wî ya di bazirganiyê de-. Vê carê ji xwe re telefoneke “qemeralî” jî kirîbû û serê her bîstikekê carê, straneke îngilîzî lêdixist û tevî stranbêj distira. Dilê min pir dibijiya telefona wî. Ji bo ku bihişta min jî kêlîkekê pê bilîsta, min qeşmerî û şelafî bi qebale digirtin û hewl dida ku wekî wî bistira. Gava ku min neqla wî dikir, tê derdixist ku dikare yekî bişibîne xwe û ji wê serfirazîyê telefona xwe jî wekî tiştên ku hew lêdihatin, bi min re par dikir. Piştî çûna xwe, ew kaprî jî ji min re hiştin. Bavê min, ewilî lixwekirina wan li min qedexe nekir, çimku ez hê naşî bûm, lê piştî ku şibiyam zilaman ew gewitî zêdeyî serê min jî dît...
Hingê min bîr nedibir, lê her ku gosirmeta çûn û hatina di min de jî geriya, wê xirecirê ez jî tamsarkî kirim. Ew bav, ew malbat, di her pelûlê de keliya; di mektebên me de, di karên me yên siberojan de, di têkiliyên me de, di bawerî û deştşûştina ji xwedayan de, di evînên me de, di stranên me de, di tenêtiya me de, di xwarin û vexwarina me de, di kurdîtiya me de û a soxî; di hîçîtî û pûçîtiya me de. Ê min, ez bi qasî kekê xwe jîr û jêhatî derneketim. Anku, demildest ji xwe re li kar û rengdêrine -ku bi xêra wan ez ê nebûma belakirê vê xirecirê-, negeriyam. Ev lênegerîna min ne ji ber desthilanîna min qewimî, tevî ku min salên xwe bi “geragup”an kudandin û xwe li guhê gê danî jî, ji wî bavî û malbatê ve, bi kevanekeke din: ji darikê pelûlê ve; wekî jirêçûyî xuya bûm. Belkî xebera wan be, belkî jî na. Lê min li xezeban pa... Wan jî wekî bandên teyba li hev siwar kiribe jî carna, min li xezeban pa... Û axirî, vê sibehê, vê sibehê, piştî ku min riha xwe li gor dilê xwe kur kir, min di selika xwe ya cilan de her du karpî dîtin, min ê şînê vekirî li xwe kir, -çimku ew berê jî bi min diket- wilo min ew peland û ji bişkokê bêrîkên wî hay li ala Îtalyayê bûm, li jora alê, bi tîpên girdek “lîberal” nivîsandî bû. Lap metel mam. Wekî hay ji bindestiya me hebin û qerfê xwe bi me bikin. Kenê gawiran bi me bê jî, ez ê vê havînê van kapriyan biqetînim, bi lixwekirinê.