Stenbol
Di operasyona Ergenekonê de îro 20 kesên din hatin binçavkirin ku di nav de prof û rojnameger jî hene.
Îro li Stenbol, Konya, Kocaelî, Elezîz û Mêrsînê di çarçoveya Operasyona Ergenekonê de operasyon hatin li dar xistin û 20 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Prof. Dr. ê malnişîn ji Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê Uçkun Geray, nûnerê Kanala Ulusal a Akdenîzê Yusuf Buldu, Midûrê Reklaman ê Kanala Ulusal Nurhan Gokdemir jî hene.


