Diyarname
Belgefîlmê derhêner Ozkan Kuçuk ê bi navê "Seyîd" di festîvalê de hat nîşandayîn û bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.
Nîşandayîna belgefîlmê bi navê "Seyîd: Li ser rêya heqîqetê" di çarçoveya 29'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de li Salona Sînemayê ya Muzeya Perayê hat nîşandayîn. Belgefîlm ku berê de bilêtên wê xelas bûbûn, ji ber eleqeyê gelek kes jî li ber derî man û nekarîn lê temaşe bikin.
Kuçuk belgefîlmê xwe li ser çîroka bavê xwe ku di heman demê de "Seyîd" e kişandiye. Ew ji çîroka Seyîd Musa Dede dikeve rê, heta sala 1938'an diçe ku wê demê ew zarok bûye, hinek qala rewşa wê deme, qedexeya li ser kurdî, qedexeya li ser elewîtî, dûre avakinina Cemxane û bîr û baweriya wan dike. Seyid Musa Dede di heman demê de yekem kes e ku li Stenbolê yekem car Cemxane vekiriye.
Derhêner Ozkan Kuçuk tevî diya xwe ku ew jî yek ji kesên di belgefîlm de ye û xebatkarên din ên belgefîlm li salonê amade bûn.
P
iştî nîşandayîna belgefîlm derhêner Kuçuk bersiva pirsên temaşevanan da. Kuçuk qala kişandina belgefîlm, sedemên wê û bîr û baweriya elewîtiyê jî kir.
Derhêner Ozkan Kuçuk ku heta niha gelek belgefîlm kişandiye, hin ji xebatên wî ev in: "Pîlava Binot", "Li Serxaniyên Diyarbekirê", "Mamoste Arsen", "Piştî Salan Vaye Diyar-ê Bekir", "Karkerên Avahiyan" (Tevî hevalên xwe kişand)
**
Nûçeya eleqedarê "Seyîd: “Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn
***
Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di festîvalê de rêwîtiya belgefîlmên kurdan
- “Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn
- Dawiya vê hefteyê gotûbêj û dersên sînemayê hene
-Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir
- Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne
- Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne


