Amed
Amedê careke din bi ya xwe kir: Her der mirov, her der Newroz bû. Mîlyonek kes hat ba hev û agirê Newrozê gur kir.
Li Amedê agirê Newrozê ji aliyê xwişka Ocalan Fatma Ocalan, xwişka Mazlum Dogan Asiye Dogan, xwişka Mahsun Korkmaz Maşallah Yamaç, xwişka M. Hayri Durmuş Zekiye Durmuş, xwişka Ferhat Kurtay Rabia Kurtay, mebûsa berê ya DTP'ê Aysel Tugluk, hevserokê DTP'eya ku hate girtin Ahmet Turk, Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Leyla Zana bi hev re pêxistin.
Ji serê sibê de gel ber bi Qada rewrozê ve herikî. Li Baglar, Kayapinar û Sûrîçî dikan hatin girtin, qehwexane û înternet cafe vala man. Amed bi giştî ji bajar ber bi qada Newrozê ve herikî. Girseyê alên PKK vekirin û diruşm ji bo Ocalan qîriyan.
Li qada Newrozê li ser dika Newrozê wêneyên Ceylan Onkol, Aydin Erdem, Ebu Muslum Doganê ku bedena xwe da ber agir, Aram Tîgran, û wêneyên siyasetmedarên kurda Cihan Deniz û Husnu Ablay ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn daliqandin. Li aliyê pişt ê platformê jî afîşeke mezin a Newrozê hat daliqandin. Qad bi alên BDP'ê û bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin.
Kongreya Civaka Demokratîk jî du parkartên mezin ku têde "Ji komkujîya çandî, civakî, siyasî re êdî bes e" û "An çareseriya demokratîk an jî berxwedana bi heybet" daliqand.
Jinan û zarok bi kincên xwe yên neteweyî û bi rengên kesk, sor û zer, mêran jî kincên bi rengên cur bi cur ên neteweyî xwe xemilandibûn.
Di Newroza Amedê de hunermend Serhado, Bulent Turan, Ferhat Tunç stranên xwe pêşkêş kirin. Newroz bi stranên hunermend Ciwan Haco bi dawî bû.
***
Li ser NEWROZ'a 2010'an nûçeyên eleqedar:
- Li Stenbolê 500 hezar kesî Newroz pîroz kir
- Li gelek bajar û navçeyan agirê Newrozê bilind bû
- Newroza Wanê bi gurahiyeke mezin dest pê kir
- Bi dehezaran kes ji bo Newrozê li qadan bûn