Diyarname
Kovara ‘Kurt Tarîhî’ ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve 3 mehan carek tê derxistin hejmara xwe ya 46’an pêşkêş kir. Di vê hejmarê de dosya li ser “Di Sehayatnameyan de Kurdistan” hatiye amadekirin.
Kovar bi tirkî tê weşandin û têde hin nivîsên bi kurdî jî têne weşandin. Di dosyayê de mijarên balkêş hatine bi cih kirin. Ji wan Ercan Çaglayan bi sernavê “Di nav notên ger û lêkolînê yên ewropî zaza” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Serhad Hozan xwendevan birine sedsala 19’an û bi sernavê “Havîna 1838’an Kurdistan”. Îbrahîm Tarduş jî xwendevan birine heman sedsalê û nivîse cihêreng bi sernavê “Di sedsala 19’an de bi çavdêriya gerokên îngilîz jina kurd” pêşkêş kiriye.
Ji nivîsên din ên dosyayê Şermîn Ozen nivîsa xwe bi sernavê “Kurdistan 1919 Rojnivîska Bînbaşî Noel”, Şeyhmus Bingol jî nivîsa “Di notên gerê yên Hormuzd Rassam de kurd” amade kiriye. Her wiha Mehmet Emin Purçak bi “Di sehayatnameya Horatio Southgate de kurd û Kurdistan” ked daye kovarê ku ev nivîs ji yên din cudatir bi kurdî hatiye weşandin. Nivîsa dawî ya vê dosyayê jî ji aliyê Vahap Coşkun ve bi sernavê “Li Kurdistanê du sal” hatiye nivîsandin.
Vê havînê ji kurdên Kafkasyayê du navdarên kurd canê xwe ji dest dabûn. Niha ew her du navdar Nadîr Nadîrov û Kinyaz İbrahim Mirzoyev bûne mijara nivîsa Ahmet Ozer.
Kovara Kurt Tarîhî hem wekî çapkirî tê belavkirin, hem jî wekî e-kovar tê belavkirin.
Ji bo têkilî
www.kurttarihidergisi.com