Diyarname
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê roja 5'ê adara 2018'an bi kayyûmê dest danîbû ser MESAM'ê û Coşkun Sabah wekî serokê kayyûmê şandibû ser MESAM'ê (Musiki Eser Sahipleri Meslek Birligi - Yekîtiya Pîşeya Xwediyên Berhemên Musîkî). Bi kayyûmê de Serokê MESAM'ê Arif Sag û endamên rêveberî ji saziyê dûr xistibûn. Roja 31'ê gulanê kongreya MESAM'ê hebû. Kayyûmê Arif Sag ji endamtî jî avêtibû. Sag di kongreyê de pêşî carek din bû endam dûre ket rêveberî.
Di kongreya awarte de du lîste ketin pêşbaziyê yek jê ji Arif Sag, Cahit Berkay, Ali Haydar Timisi, Elif Nun, Metin Karataş, Ali Riza Binboga, Celal Ulusu, Ali Yavuz, Ali Rıza Erdogan, Ahmet Can û Faruk Demir pêk dihat. Lîsteya din jî ji Fuat Guner, Sertab Erener, Recep Ergul, Coşkun Sabah, Işin Karaca, Ahmet Selçuk İlkan û Selahattin Karaca pêk dihat. Lîsteya Arif Sag têde sedî 68'ê dengan girt û bi ser ket. Lê Fuat Guner bi îdîaya "heyeta dîwarê bêisûlî kiriye" dixwaze kongre bê betalkirin.
Hunermend Arif Sag carek din bû Serokê MESAM'ê. Sag nexweş e û dermakirina wî didome. Piştî kongreyê Sag ji der û dora xwe re wisa gotiye; "Min û hevalên min me têkoşîna rûmetê da. Ezê demek serokatî bikim û dest jê berdim." Ali Haydar Timisi jî gotiye ku mamoste Arif ji ber nexweşiya xwe piştî demek dê destûrê bixwaze û ji serokatî vekişe.


