• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Konê Reþ: Dengê Mihemed Þêxo bû dermanê birînan

Dîrok : 09 03 2010 | Beþ :

Serbest

Diyarname 

Nivîskar Konê Reþ li ser Mihemed Þêxo dibêje: Ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jê hez kir û stranên wî bûn dermanê birîna birîndaran. Vane gotinên Konê Reþ ên li ser Mihemed Þêxo:

Rola Mihemed Þêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?

Konê Reþ: Rola wî guhertin û pêþxistin bû, wî jî wek yên pêþiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêþde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran þêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt(41 sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin û hezkirin û þêraniya zimanê kurdî, bi rêka awazên xwe yên nû belav bike, di wî heyamê ku stran û peyva kurdî ji niha qedexetir bû..

Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?

Konê Reþ: Di baweriya min de giringiya stranên wî, ku wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de ji sala1970-1989, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike, ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê wan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974 an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983 an de, Enfal û Helebçe di sala1988 an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Wî bi mêranî, bi cegerdarî stranên xwe gotin.. ji ber ku ew xwedî nameke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî.. wî bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û þahiyên gelê xwe re dikeniyan, bi êþ, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re wiha jî ji evîndaran re.


Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?

Konê Reþ: Belê didin çawa na! Dema ku hêj ew kêþeya Mihemed Þêxo bo wê dikir hawar û gazî çareser nebûye.. Hej Beko keleme di bavbera Mem û Zîn de.. Hêj miradê Siyaben û Xecê bi hev nebûye.. Hêj Cegerxwîn xwe nas nekiriye bê kî ye.. Hêj Ehmedê Xanî li yekîtiya Kurdan digere.. Hêj Feqîyê Teyran dûrî ava Dicle dikale.. Hêj Mîr Bedirxan di surgûnê de bi nalenale.. Hêj pêdiviya me bi Ay felek bo te dinalim bo çi Nergiz çilmisî heye..

Mihemed Þêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamiþloyê hatiye dinê. Li parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?

Konê Reþ: Bêguman Mihemed Þêxo xwedî name bû û wek ku diyar e her perçeyekî kurdan taybetmendiyek wê heye.. Binxetê û Qamiþlo jî bo wî taybet bû, taybetiya wan ku Cegerxwîn û pêþengê strana kurdî a nûjen Aramê Dîkran li Qamiþlo bûn. Aram bi gotinên Cegerxwîn kirasê strana kurdî a kevin çirand û bi strana Þev çû ma tu êdî hew tê lo, destpêkir, Seîd Yusif, Mehmûd Ezîz û Mihemed Þêxo dan ser þopa wî.. anku ez karim bêjim ku Mihemed Þêxo ji kaniya Cegerxwîn û Aram av vexwar.. Di wî heyamî de, ew kanî li perçeyên din nebû. Wiha jî Mihemed Þêxo mêr bû, mêr bû ku xwe bi þoreþa Barzaniyê nemir ve gihand û di þoreþê de, helbestên hevalên xwe yên pêþmerge wek Sebrî Botanî, Mustefa Etrûþî û Xelefê Zîbarî kirin stran û gotin.. Berî çend rojan Xelefê Zîbarî bi min re axifî, me baþ behsa Mihemd Þêxo kir.. Kak Cemîl! Xwezî te baweriyên Xelefê Zîbarî jî naskiribana, niha ew bêjere di Dengê Emerîka de, beþê Kurdî li Waþington, ew dostekî Mihemed Þêxo ye û baþ wî nas dike.. wê kêfa wî bê..

Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiþtên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?

Konê Reþ: Ta ku em li navdarên xwe ne pirsin em pêþ nakevin, Mihemed Þêxo navdarekî me ye, pêdiviye em li vî navdarê xwe xwedî derkevin, her sal wî bibîr bînin. Maþellah TVyên me pir bûne, ku her sal her TV yek nîv saetê li dor jiyana wî raweste dinya xera nabe.. Ez ji dil spasiya wan TV yan dikim, ewên ku wî û kesên wek wî bibîr tînin.. Di vê biwarê de gazinek mezin ji þaredariya bajarê Nisêbînê dikim, ku ta roja îro hêj Mihemed Þêxo bibîr neanîne. Çima Nisêbînê? Ji ber ku Qamiþlo û Nisêbîn du bajarên cêwî ne, xelkên herdu bajaran ji hemû bajarên kurdan bêtir ji kaniya hunermendiya Mihemed Þêxo vexwarine.. Wek ku hun tev dizanin rewþa Qamiþlo awarte ye, çûna ser gora wî, di van salên dawî de bûye qedexe ye.. lê derfetên bîranîna wî li Nisêbînê pir hêsane û heqe.

Bi vê helketê, ez doza danîna peykerekî Mihemed Þêxo di navtarek Nisêbînê de dikim, bihêvîme ku þaredariya Nisêbînê vê daxwaza min bi cî bîne, hem jî ku navê wî li ser dibistanekê bê danîn.. Her wiha bi hêvîme ji þaredarên bajarên Bakur û hikumeta herêma Kurdistanê ku navê Mihemed Þêxo û kesên wek wî, di ser dibistan, peymangeh, navtar û kolanan re bilind bibe û her wiha hol bi navê wan di zankoyan de bêne bi nav kirin.

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

02 05 2022

Ji deftereke min çend tiþtonek

Ji deftereke min çend tiþtonek

01 05 2022

Aþa êþên jinan

Aþa êþên jinan

27 04 2022

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

22 04 2022

Ev jî hene

Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''!

Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''!

23 04 2010

Huner û  Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

08 06 2009

Nirxandina Çîrokên Lokman Ayebe; Pilingekî Li Hewselê

Nirxandina Çîrokên Lokman Ayebe; Pilingekî Li Hewselê

13 12 2021

Krîstîn Ozbey êdî ji bo Diyarnameyê dinivîse

Krîstîn Ozbey êdî ji bo Diyarnameyê dinivîse

11 01 2017

Reþahiya Demê

Reþahiya Demê

07 03 2009

Nivîsên Nû

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname