Diyarname
Vê hefteyê Fenerbahçe û Beşîktaş dê bi hev re bilîzin. Bilêt bi 305 YTL'yê ye, lê mehaneya asgarî?
Di hefteya 13'yan a Lîga Super a Turkcellê de 29'ê mehê Fenerbahçe û Beşîktaş bi ev re dilîzin. Niha buhaya bilêtên maçê diyar bû:
Telsim û Migros Pişt Qeleyê: 66.00 YTL
Fenerium Jor Blok H-I: 132.00 YTL
Fenerium Jor Blok E: 175.00 YTL
Fenerium Jêr Blok G: 205.00 YTL
Fenerium Jêr Blok B-F: 255.00 YTL
Fenerim Jêr Blok C-E: 305.00 YTL
Belê bilêtên maçekê bi vî rengî ne, lê li Tirkiyeyê mehaneya asgarî ya kesekî 500 YTL ye. Rojekê tê 17 YTL'yî. Kesek rojekê bixebite nikare bilêtê herî erzan yê 66 YTL'yî bikire. Her wiha ger bixwazi ji yên herî buha yekê bikire divê nivî zêdetir heqdestê xwe bide...
Dîmena spora Tirkiyeyê ya 2008'an ev e.