logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Mizgîniya Birca Belek

Di odeya fireh a ku bîst mêran dikarî tê de rûnên de zilamên bi şal û şapikan xemilî runiştî, guhdarî yekî dikirin. Yekî

  • Dîrok: 01/03/2010
  • Beş: Serbest

Huseyîn Elçî

Di odeya fireh a ku bîst mêran dikarî tê de rûnên de zilamên bi şal û şapikan xemilî runiştî, guhdarî yekî dikirin. Yekî gir, esmer, simbêlboq, navsale... Zilamê lê tê guhdarîkirin xwe berdabû nava destana Zembilfiroş, kûr û dûr çûbû, haya wî ne ji civatê ne jî ji xwe ma bû, bi keser û bi dilgermî hemû hunera xwe li ber civatê raxistibû. Ji civatê jî du kesan ji wî bêhtir xwe berdabûn nava xeyalan û bi dengê wî yê xweş û germ ji derd û kulên xwe dûr, di nav derd û hêviyên nû de xeyal dikirin. Piştî demeke dirêj ku gotina zilamê simbêlboq encax qediya, bêdengiyek li civatê peyda bû. Piştî ku her kes dîsa vegeriya civatê û serxwe ve hat, her kesî ji aliyekî ve got “sehet xweş” û dor bihurî ser zilamê hûr ê li kêleka zilamê simbêlboq. Zilamê çûr, çavşîn û hûr bi dengekî zîz dest bi straneke li ser xwe û malbata xwe kir...

Vaye parçeyeke xeyala min a li ser Birca Belek, belê, şevbiherkeke li odeyeka Birca Belek, wekî dema Mîrîtiya Cizîra Botanê... Lê belê di yekemîn gera min a li Cizîrê de tenê min karî bedenên hilweşiyayî, têlên li ser bedenan û zilamên bi cilên leşkerî li doraliya Birca Belek bibînim. Bi rastî vê yekê birîneke gelek kûr li dil û giyana min vekir. Lê ji nişke ve min bihîst ku leşkerî Birca Belek vala dike. Wekî paqijkirina şopên leşkeriyê ezê jî dest bi kewandina birîna dilê xwe bikim, piştî valakirin bi dawî bibe. Û ezê bizanim dîsa wekî şopên leşkeriyê wê dilê min jî wekî berê nebe. Lê, li bexçeya Birca Belek a wekî bihuştê, çawa ku Mem ji bilî çavên Zînê tu tişt nedîtibe, ezê jî şopên leşkeriyê nebînim, ezê li cihên Mem lê geriyayî bigerim, li şopên Zînê nêrgizan biçînim.

Niha Birca Belek dev ji nobedariya li dijî mirovan, dijî cizîriyan û dijî kurdistaniyan ber dide û wê dîsa vegere li nobedariya ji bo mirovan, ji bo cizîriyan û ji bo kurdistaniyan. Wê şêniyên wê yên ciltarî yên ji xuşe xuşa Dîcleyê ditirsiyan cihê xwe ji yên cilên wan reng û reng ên ji xuşe xuşa Dîcleyê têr nabin û tim şa dibin re bihêlin. Bê zordarî û zehmetî merşên hişk û sar wê biçin li pey xweyên xwe û jixweber, wê beytên Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yên nerm û diltejî bi xuşe xuşa Dîcleyê re bilind bibe ji seranserê Birca Belek ber bi her aliyê Cizîrê û Botanê û Kurdistanê ve.

Zûde ye Dîcleyê govend gerandî, li her derê vê mizgîniyê gihandî wekî bereketa li vê xakê reşandî. Lê dîsa jî hemû teyr û tilûr li her quncikî belav dikin, wekî teyrên Feqî, ji bo her kes dîroka xwe nas bikin. Dîroka li Birca Belek barkirî ne tenê kevneşopiyeke klasîk lê cihê xwebûn û xwenaskirina kurdan e. Ji şahî û xayîntiyê heta bêbextî û biratiyê her tiştê me li nav van kevirên van bedenan ava kirî de veşartî ne. Heta em van keviran di ser û mejiyê xwe de neçikilînin û zexm nekin, em ne dikarin xwe nas bikin ne jî dikarin xwe ji dubarekirina xeletiyên dîrokê xilas bikin.

Birca Belek parçeyek ji nasnameya me ye. Êdî parçeyeke nasnameya me ya dagirkirî, rizgar e. Em êdî dikarin xwe bêhtir nas bikin, dikarin ji bo kul û kederên bav û kalên xwe bigirîn, dikarin ji cihê Mîrê xwe guhdarî Dîcleyê bikîn, temaşeyî stêrkan bikin û em dikarin li ser serkeftinên xwe (yên bav û kalan) yên nû zêde bikin...

huseyinelci@gmail.com

***

Nivîsa din a Huseyîn Elçî ya ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Hawara Birca Belek

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heta îro yên ku Kûpaya Cîhanê birine mala xwe

ad

Cixare wê bi reçeteyê bê firotin

ad

Îsmet Înonû ji îngîlîzan re: Êzîdî kurd in!..

ad

'Berî her tiştî zimanê dayikê' li Amedê tê axivîn

ad

Sosyalîstên kurd OSP dengê xwe nade Demirtaş!

ad

Cezayê hepsê dan lîstikvanê navdar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname