Diyarname
Di dema ku herî zêde li ser zimanê dayikê û perwerdehiya wê tê axivîn û nîqaşkirin de li Amedê civîneke bi sernavê "Zimanê Dayikê û Pirzimanî di Perwerdehiyê de" tê lidar xistin.
Enstîtuya Diyarbekirê ji bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DÎSA) vê civînê li dar dixe. Civîn dê roja 6'ê vê mehê saet 13.00'an de li Salona Resepsiyonê ya Sumerparka Amedê li dar bikeve.