Diyarname
Kurtefîlmê derhêner Filiz Işik Bulut dê li beşdarî “Festîvala Kurtefîlman ya Navneteweyî ya Clermont-Ferrand” bibe û bikeve pêşbaziyê.
Festîvala Kurtefîlman ya Navneteweyî ya Clermont-Ferrand îsal 32’yemîn car li Fransayê li dar dikeve. Festîvala ku îsal dê di navbera 29’ê rêbendan û 6’ê reşemiya 2010’an de li dar bikeve fîlmên ku dê beşdar bibin jî diyar dibin.
Kurtfîlmê kurdî yê bi navê “Deng” ku derhêneriya wî Filiz Işik Bulut kiriye û şêwirmendiya projeyê jî Selahattin Bulut kiriye beşdarî festîvalê dibe. Kurtefîlm di beşa pêşbaziyê de dê bê nîşandayîn.
Çîroka “Deng” di malek ya li kêleka Zindana Amedê ya bi Nimreya 5’an ku di dema derbeya 12 Rezbera 1980’yî de derbas dibe û behsa bûyêrên di wan rojan de rûdane dike. Ev malbata ku di vê malê de dijî ji aliyêkî di bin qêrîn û dengê sirûdên bi darê zorê ji zindanê tên de dimîne, ji aliyê dî dibe şahidê êşên kes û lêzimên zindaniyan yên ko tên seredana wan. Lêzimên zindaniyan ji neçariyê, xwe diavêjin vê malê, ev mal êdî zindana wan e jî.
Gelek ji van lîstikvanên ko di filmî de dilehîzin ew kes in ko yên bi rastî jî piştî 1980’yê ji bo serdana lêzimên xwe diçûn Zindana Amedê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


