Diyarname
Maça Fînalê ya Lîga Şampiyonan divê li Stenbolê bihata lîstin lê UEFA'yê biryar da ku maç li Stada Estadio do Dragao ya Portoyê bê lîstin. Niha UEFA'yê bi awayekî fermî navê Portoyê eşkere kir (Ev rêzik 13'yê mehê li nûçeyê hat zêdekirin)
Her kes li bendê bû ku nava vê hefteyê biryar bê dayîn. Berî agahiya fermî bê belavkirin Sky Sportê nûçeyeke belav kir û got ku maça fînalê dê ne li Stenbolê, li Portoya Portekîzê bê lîstin.
Du tîmên îngilîz Manchester City û Chelsea derketibûn finalê. Ji ber vê jî Federasyona Fûtbolê ya Îngilistanê ji bo maç li Îngilistanê bê lîstin serî li UEFA'yê dabû. Ji ber rewşa giran a pandemiyê ya li Stenbolê Îngilistanê nedixwest hemwelatiyên wan bên Stenbolê.
Li gor nûçeyê UEFA di nav 24 saetan de dê biryara xwe ya fermî ragihîne. Maça fînalê roja 29'ê mehê dê bê lîstin.
AGAHÎ HAT
Û roja 13'yê mehê UEFA'yê bi awayekî fermî navê Portoyê eşkere kir. UEFA'yê ji ser hesabê xwe yê twittirê re eşker kir ku dê maça fînalê ya Lîga Şampiyonan li Portoyê bê lîstin. UEFA'yê got ku ji bo Stenbolê dê li ser bernameyên salên bê bifikire.
(Ev paragraf 13'yê mehê li nûçeyê hat zêdekirin)