Diyarname
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang li PDK'ê kir ku bêyî demê biborne êrîşa li hemberî Şengalê bide rawestandin.
KCD'ê li ser êrîşa pêşmengeyan a li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê got ku ev yek bi destê PDK'ê komkujiyek din e li hemberî gelê kurd. KCD'ê diyar kir ku di dema Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan tê nîqaşkirin de em êrîşa PDK'ê ya li hemberî hêza parastinê ya gelê êzîdî û êrîşa li hemberî Şengalê şermezar dikin.
KCD'ê xwest kurdên li çar parçeyan li hemberî vê dagirkirin û komkujiyê rawestin, xwedî li gelê êzîdî derên, li hemberî vê êrîşa PDK'ê helwestê bigirin.
KNK: Divê hemû hêzên Kurdistanê ji bo çareserî bixebitin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku hemû hêzên Kurdistanî ji bo çareseriyê tevbigerin. Di daxuayniyê de wiha gotin, "Ev şer û alozî wê bibe sedema lewazkirina şerê li hemberî DAIŞ’ê û hemî dagirkerên Kurdistanê."
Kurdên Moskovayê jî xwestin êrîş rawestin
Di vê navberê de Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurdan a Navneteweyî, Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên Rusyayê ku navenda herduyan jî li Moskovayê ye bang li hêzên PDK'ê kirin ku êrîşa li hemberî Şengalê rawestînin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Baydemîr: Birakujî nayê qebûlkirin, vê rawestînin
- Li Şengalê di navbera pêşmerge û YBŞ'ê de şer dest pê kir


