Diyarname
Yek ji derbiyên herî mezin, maça Barselonaya Katalanan û Real Madrida Kralê Spanyayê lidar ket. Temaşevanan li maçeke xweş temaşe kir û mest bûn. Encam: Barselonayê Real Madrid bi 1-0 têk bir û bû lîder.
Maç li mala Barselonayê hate lîstin. Maça hefteyan 12'yan a La Lîga ya Spanyayê bi serketina Barselonayê bi dawî bû. Lîstikvanê Barselonayê Zlatan Îbrahîmovîç di deqîqeya 56'an de gol avêt û sê pûan li ser hesabê Barselonayê nivîsî.
Bi vê yekê Barselona bi 30 pûanî bû yekemîn, Real Madrid jî bi 28 pûanan di rêza duyemîn de ma.
Her wiha di maçê de ji Barselonayê Busquerts (deqîqe 63) û ji Real Madridê lîstikvan Diarra (deqîqe 88) qerta sor girt û ji lîstikê hatin avêtin.


