Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku niha li Stenbolê dermankirina wî didome, ji niha de êdî bê alîkarî dikare rabe ser piyan. Rojnamea Takvimê Tatlises dê sersalê de derkeve ser dikê.
Hunermend Tatlises ji roja ku bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma ve bi awayekî baş lê tê nêrîn û dermankirina wî baş tê kirin. Hestiyên Tatlises ku hê di zikê wî de ne, di meha pêşiya me de bi ameliyeteke li Almanyayê ew hestî dê dîsa bixin serê wî. Ji bo vê emeliyetê jî roja 22'yê gelawêjê dê Tatlises here Almanyayê.
Her wisa niha Tatlises carinan bangî muzîkarên xwe dike û li nexweşxaneyê bi hev re 'dixebitin' û tê îdîakirin ku di sersalê de dê derkeve ser dikê jî ji bo vê sersala pêşiya me derketina ser dikê hinek zehmet dixuye.