Diyarname
Ji bo rêzeya pisûlaya hilbjartinê pişke hat kişandin û partî hatin rêzkirin. Li gor pişkeyê pisûlaya hilbijartina 24'ê pûşperê wisa çêbû:
Rêza 1'em: Cumhur îtîfaki
Rêza 2'yem: Huda-Par
Rêza 3'yem: Vatan Partisi
Rêza 4'em: HDP
Rêza 5'em: BTP
Rêza 6'em: Millet Îtîfaki
Di hilbijartinê de du pisûla dê hebin. Pisûlaya yekem ji bo hilbijartina serokomariye û di vê pisûlayê de navê berendam ligel wêneyê wî/ê dê hebe. Di vir de dê logoya partiyan tune be.
Di pisûlaya duyem de gel ji bo mebûsan dê deng bidin. Her du pisûlayan dê bixin nav zerfek û biavêjin.


